Ji bo bîranîna Mehmed Uzun 300 şitil hatin çandin
Ji bo bîranîna Mehmed Uzun 300 şitil hatin çandin
Ji bo bîranîna Mehmed Uzun 300 şitil hatin çandin
Ji bo bîranîna nivîskarê Kurd Mehmed Uzun ku bi romanên nivîsandine ziman û çanda Kurdan bi cîhanê daye nasîn, 300 şitil hatin çandin.
Biboneya 6’mîn salvegera wefata Mehmed Uzun bi çalakiya “Bidarekê Xwe Jiyan bike” ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetê Civakî ya Şeredariya Bajarê Amedê, Komeleya Dar çandina Amedê û herwiha Komeleya Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê jî piştgirî dayê li Daristana Windayan ya Amedê 300 şitil hatin çandin.
Li ser navê Komeleya Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê Gultekîn Aydenîz axivî got : “Di van rojên ku her metrekareyek ya Kurdistanê tê barkotkirin û hewil didin bifiroşin, li dijî rûxndina çand, aborî û ekolojiyê bi zarokên xwe re, bidilxwazên me re û nûnerên gel ên her qadê re ev şitil dê hêviyên me ên pêşerojê ava bikin. Em yek ji nivîskarên girîng ên Kurdistanê Mehmed Uzun di 6’mîn salvegera wefatê de birêz bibîrtînîn û em van şitilan diyarî Uzun dikîn.”
Hevjîna Uzun Zozan Uzun jî da diyarkirin ku, dar sembola jiyanê ye û hemû romanên nivîskar li ser xwezaya Kurdistanê bûn. Uzun da zanîn ku, di romana binavê ‘Hawara Dîcle’ de gelek behsa xwezaya Kurdistanê bitaybet qadên kesk û daristanî dike. Dema ku digotin Kurdistan nekeseke Wî digot, xweza ji aliyê dewletê ve hatiye talankirin û kiriye çol.”
Li ser navê Komeleya Nivîskarên Kurd, ji Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd ên Amedê Mehmed Yilmaz axivî û diyarkir ku, “Nivîskarê Kurd ê nemir Mehmed Uzun kesayetekî girîng yê ku çand û wêjeya Kurdî bicîhanê daye nasîne.”
Yilmaz da zanîn ku, Mehmed Uzun ji ber fikir û heskirina Kurdistanê bedel daye û wiha axivî: “Mehmed Uzun û nivîskarên din ên ev bedel dane, mîrasê ku ji me re hiştine em dê xwedî lê derbikevin û wan hertim zindî bihêlîn.”
Piştî axaftinan nêzî 300 şitil ji aliyê kêmendam, jin, ciwan û zarokan ve hatin çandin.