Ji bo bîranîna qurbaniyan bi hezaran kes li Roboskî ne

Ji bo bîranîna qurbaniyan bi hezaran kes li Roboskî ne

Bi boneya duyemîn salvegera Komkujiya Roboskî ya di encama bombebarana artêşa tirk de 34 welatî hatin qetilkirin bi hezaran mirov ber bi Roboskî ve diherikin. Piştî konvoya ku Hevserokên Giştî yên BDP'ê di nav de bigihêjin Roboskî wê merasîma bîranînê li goristanê dest pê bike.

Duyemîn salvegera Komkujiya Roboskî ya di encama bombebarana artêşa tirk de li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê 34 welatî hatin qetilkirin, ji aliyê bi hezaran ve tê şermezarkirin. Di nav wan de Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, parlamenterên BDP û HDP'ê, şaredar, rêveber û endamên BDP'ê, saziyên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran welatî ji ber Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê bi karwanekî bi sedan maşineyan ber bi gundê Roboskî ketin ser rê. Piştî konvoy bigihêje gundê Roboskî wê merasîma bîranînê li goristana gund dest pê bike.

'EM DARAZA LEŞKERÎ NAXWAZIN'

Li meydana gundê Roboskî bi navê "Em li Roboskî daraza leşkerî naxwazin" standa îmzeyan ku hat vekirin ligel vê pêşangeheke wêneyan a ji roja 34 welatiyan jiyana xwe ji dest daye heta niha hat vekirin. Li her du aliyên meydanê ku 2 kon hatin vedan, ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , wêneyên welatiyên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan û yên 3 siyasetmedarên jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Dîsa li çiyayên gund bi keviran "Apo" û "Roboskî" hatiye nivîsandin.

'WÊ DAYIKÊN ŞEMIYÊ LI ROBOSKÎ BÊJIN EDALET'

Di destpêka merasîmê de wê Dayikên Şemiyê yên her şemî li ber Lîseya Cizîrê kom dibûn, vê carê li goristana Roboskî daxuyaniyê bidin. Her wiha dê 34 ciwan reda xwe ya wijdanî aşkera bikin û piştî merasîmê wê girse ber bi meydana gund ve bimeşe.

TEVGERA HELÎKOPTERAN

Amadekariyên Roboskî ku tên kirin ligel vê li asîmanê Roboskî tevgera helîkopteran didome.

Ji bo merasîma salvegera Komkujiya Roboskî gelek rojnamevan û maşîneyên ragihandinê jî hatine gund.