Ji bo bîranîna Şahîn Oner 300 şitlên daran hatin çandin
Ji bo bîranîna Şahîn Oner 300 şitlên daran hatin çandin
Ji bo bîranîna Şahîn Oner 300 şitlên daran hatin çandin
Endamên Komeleya MEGAM-Derê ji bo bîranîna Şahîn Oner ê ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li Daristana Aştiyê 300 şitlên daran çandin.
Komeleya Navenda Lêkolîna Ciwanan a Mezopotamyayê (MEGAM-DER), ji bo bîranîna xwendekarê amadeyiyê Şahîn Oner yê 19 salî ku polîsan di çalakiya 10'ê Sibatê ya ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi maşîna zirxî qetil kir, li Daristana Aştiyê 300 şitlên daran çandin.
Ji bo çandina daran bi sedan xwendekar û welatî li daristana Aştiyê kom bûn û şitlên daran çandin. Endamên Yekitiya Xwendkarên Kurdistanê yên ji Almanya hatibûn, endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) serê sibê li ber MEGAM-DER'ê kom bûm û çûn ber Daristana Aştiyê. Endamên MEGAM-DER'ê wêneyên Şahîn Oner bilind kirin û pankarta "Şehîd namirin Şahin Oner" vekirin. Komê bê navber siloganên "Şehiî namirin", "Hevalê rojê nemire" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin.
Xwendekaran 300 şitlên daran çandin. Li cihê ku xwendekaran şitlên daran çikilandin tabelaya "Daristana Şahîn Oner. Dema Şahîn Oner Komploya 15'ê Sibatê şermezar dikir bi panzêra polîsan hat qetilkirin. Endamê MEGAM-DER'ê Baran Elçi diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan gotibû "Jin be jî zarok be jî tiştên pêwîst bikin" û piştî van gotinên Serokwezîr gelek ciwan hatin kuştin. Elçî da zanîn ku, Herî dawî Şahîn Oner hat kuştin û dê hemû şehîdên xwe bibîr bînin û têkoşîna wan bilind bikin.
Piştî axaftinan komê bê navber silogana "Şahin heval nemir e" bilind kirin.