Serlêdanên ji pêşbirkên Helbest û Çîrokan ên Huseyîn Çelekî ji 1’ê tîrmehê û pêve dest pê dike. Ev çalakiyên wêjeyî yên ji bo Huseyîn Çelebî tê lidarxistin, di sala 20’emîn de li benda helbest, çîrok û berhemên wêjeyî ye.
Komîteya amadekariya Şahiyên Huseyîn Çelebî di daxuyaniya weşand de û bi bîr xist ku ev çalakî ji bo bîranîna Huseyîn Çelekî yê ku beriya 20 salan li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest da tê lidarxistin. Di berdewama daxuyaniyê de bal kişandin ser xebatên Huseyîn Çelebî yên ji bo wêjeya Kurdî, rêxistinbûna YXK’ê, xebatên wî yên dîpolamasî û hat gotin ku ger em îro behsa mîsyona YXK’ê dikin em nikarin vê yekê ji Huseyîn Çelekî cûda bihizirin.
Di daxuyaniyê de der barê şert û mercên beşdarbûna pêşbirkê de wiha hat gotin; “Weke tê zanîn, ji 1’ê tîrmeh heta 15’ê cotmehê, helbest û çîrokên bi zaravayên Kurmancî, Soranî , Kirmanckî yên Kurdî û Tirkî, yên ji Kurdistan, Tirkiye û welatên Ewropayê têne berhevkirin. Ev berhem bi rêya email û postayê digihin destê me, piştre ji aliyê 18 endamên juriyê vet ê nirxandin û pûan tên dayîn. Em ê di 17’ê mijdarê de kesên ku derece girtine aşkere bikin û bi vê wesîleyê şehadeta Huseyîn Çelekî bi bîr bînin. Yek ji armancên vê projeyê weke ku platformeke alternatîf a wêjeyê biafirîne.
Xeyala me ya herî mezin ew e ku em vê çalakî û şahiyên xwe li welatê xwe pêk bînin. Weke her salê, dê çîrok û helbestên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Dimilkî) û Tirkî bêne qebûlkirin.”
Şert û mercên pêşbirkê:
Mercên beşdarbûnê:
- Zimanê beşdarbûnê : Kurdî (Kurmancî, Soranî, Dimilkî) û Tirkî
- Divê berhemên we beriya niha li tu derê nehatibin weşandin..
- Hûn dikarin bi du helbest û çîrokekê beşdar bibin.
- Divê xwediyên berheman der barê jînameya xwe de agahî bide û herî dereng di 15’ê cotmeha 2012 de bişîne navnîşana peywendîdar. Ji kerema xwe re hûn dikarin bi rêya email û postayê xwe bigihînin me.
Navnîşana postayê:
Edebiyat Etkinligi Literaturfestival
Postfach 10 10 26
44010 Dortmund/Almanya
Navnîşana Emailê:
[email protected]”
Endamên desteya hilbijêran a pêşbirê ji van kesan pêk tê.
Helbestên Kurdî: Cemil Denli, Dilşa Yusuf,Irfan Amîda
Helbestên Tirk: Şükrü Erbaş, Hicri Izgören, Halil Ibrahim Ozcan
Çîrokên Kurdî: Lukman Mahmud-Suleymani,Yusuf Bilgic, Fevzi Ozmen
Çîrokên Kurdî: Esra Çiftçi, Ayşe Duzkan,Şehmus Diken
Çîrok û helbestên Dimilkî: Kamer Soylemez, Mehmet Çetin, Ilhami Sertkaya
Çîrok û helbestên Soranî: Serkewet Resul, Awat Mihemed,Hosheng Shex Mihemed
Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin serdana malpera yxkonline. Bikin.
Evdilayê Hacerê