Ji bo çandiniya ekolojîk 'Koma Polîtîka Çandiniyê' hat avakirin

Ji bo çandiniya ekolojîk 'Koma Polîtîka Çandiniyê' hat avakirin

Di çarçoveya pêwistiya li Mezopotamyayê de 'Polîtîkayên Çandinê yên Berdewam û Ekolojî' hatin nîqaşkirin. 'Koma Polîtîka Çandiniyê' ya di encama nîqaşan de hat avakirin, bi danezaneke encamê re armanc û pîvanên xwe aşkera kir.

Ji bo avakirina Koma Polîtîka Çandiniyê gava destpêkê di 07-08'ê Kanûna 2013'an de bi civîneke li Amedê hat avakirin. Sernavên di civînê de hatin destnîşankirin, bi danezanekê hatin aşkerakirin.

Civîn bi tespîta "Hem şans hem jî çarenûsa Rojhilata Navîn, bi pêkanîna şoreşeke duyemîn a çandinî-gund ve girêdayî ye" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, bal hat kişandin ser krîzên modernîteyê li qada ekolojiyê rê li ber vekiriye û rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Di encama nîqaşî de der heqê polîtîkayên çandiniyê yên berdewam û ekolojîk de hin biryar hatin girtin.

Di encama civînê de der heqê armanc û pîvanên Koma Polîtîka Çandiniyê de ev biryar hatin stendin:

- Avakirina projeyan ji bo vegera li gundan

- Xweseriya demokratîk û avakirina kooperatîbûyînê

- Afirandina teknîkên nû yên zerarê nadin hawirdor û ekolojiyê

- Bingeheke daneyan a çandinî û çolterî bê avakirin

- Plana wargehên çolterî û gundan bê pêşxistin

- Pêşî li dewamiya çavkaniyên ax û avê bê vekirin

- Tora avdaniya çandinî û rêbazên avdaniya bi bandor werin diyarkirin

- Erdên dest dane karê çandiniyê ji bo karê xwedîkirina heywanan û mêşvaniyê bên destnîşankirin

- Karê xwedîkirina heywanan bê pêşxistin

- Avakirina etutên axê û enanteriyê erd

- Hilberîna zadê têrker û bi ewle

- Di serî de dijberiya HES û bendavan li dij her şêweyên xerakirin û talana xwezayê bê derketin

- Başkirina kar û jiyana kedkarên çandiniyê, pêkanîna rêxistinbûyîna wan

- Di nava rêxistinbûyîneke konfederal de kooperatîf bi temamî xweser bibin

- Diyarkirina pîvanên bikaranîna erd

- Talankirina daristanan were astengkirin

- Paqijkirina erdê mayinkirî û belavkirina van erdan li gundiyên bê erd

- Bi rakirina pergala cerdevaniyê re, erdên ku cerdevanan dest danîne ser li xwediyan bên vegerandin

- Çavkaniyên gen ên kevneşop ên li herêmê bêyî winda bibin werin komkirin, parastin û bikaranîn

- Parastina jiyana kovîtî û ji bo pêşî li destwerdana li vê qadê were girtin, prensîbên pîvanî werin destnîşankirin

- Di warê hilberîna nebatî û heywanî de taybetiyên klîmayê bên diyarkirin û li gorî mercên klîmayê plansaziya nîgariya hilberînê were kirin

- Nexşeya erdê herêmî bê amadekirin (1/5000) û pê ve girêdayî hunera bikaranîna erd were diyarkirin