Ji bo destwerdana Sûriyeyê zext li Moskow tê kirin

Ji bo destwerdana Sûriyeyê zext li Moskow tê kirin

Di mijara Sûriyeyê de zextên li ser Rûsyayê her ku diçin zêde dibin. Rûsya û Çîn ku du endamên girîng ên Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ne, di her carekê de li hemberî destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê radibin. Bi taybet Washington ji bo handana Moskoyê her tişt dike. Lê Moskow dibêje; “Moskow karanîna hêzê ya li hemberî Sûriyeyê erê nake.”

Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton Moskowê bi firotina helîkopteran bo Sûriyeyê tawanbar kir û îdîa kir ku Rûsya bi wendakirina bandora xwe ya li ser Rojhilata Navîn re rû bi rû ye. Franseyê jî daxwaz kir ku Plana Annan bi zorê li Sûriyeyê pê kanîn.

Lê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Moskow bi tu awayî karnîna hêzê li hemberî Sûriyeyê erê nake. Her wiha, tê payîn ku ger konseya Ewlekariyê ya NY’yê biryara destwerdana Sûriyeyê bide, Çînê jî erê neke.

Lavrov ku dê bi li Efxanîstanê bi Wezîrê Îngilîz William Hague hevdîtinek pêk bîne, li dijî pêkanîna Plana Annan a ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ye. Lavrov roja çarşemê li Tehranê daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî biryara NY’yê ew nikarin bûyerên li Lîbyayê qewimîn ji nedîtî ve bên.

Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton roja çarşemê tevî Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres weke axaftvan beşdarî panela li Enstîtuya Brookings a DYA’yê bû û ragihand ku li gorî agahiyên wan bi dest xistine, ev çend roj in artêşa Sûriyeyê leşkeran vediguhêze derdora Helebê. Clinton diyar kir ku , "“Ev rewş di warê strastejîk û neteweyî de dibe ji bo Tirkiyeyê xeta sor be.”

Clintonê Rûsyayê jî bi şandina helîkopteran bo rejîma Esad tawanbar kir û rexneyên tund li Rûsyayê kir. Clintonê diyar kir ku helîkopterên şer ên ku Moskow ji Esad re dişîne, niha di rê de ne û got; “Firotina helîkopterên Rûsyayê dê rê li ber encamên pir tirsnak li Sûriyeyê vebike.”

Clinton di berdewama daxuyaniya xwe de îşaret bi wê yekê kir ku lez dane amadekariyên pêşî yên destwerdana li hemberî Sûriyeyê. Rojnameya The Independent jî di manşeta xwe ya îro de ragihand ku welatên Erebîstana Siûdî û Qeter çekan ji muxalîfên Sûriyeyê re dişînin û ev yek jî bi rêya MÎT’ê li ser Tirkiyeyê re pêk tê.

Pitşî van daxuyaniyên Clintonê, Tirkiyeyê tankên şer ên li Cizîrê ji tabûrê derketin û li ser înorê Endîwerê yê Sûriyeyê bi cih kirin. Her wiha hat ragihandin ku berê lûlleyên tankên şer ên li ser sînor ji bo ewlehiya sînor, li Sûriyeyê vegerandin. Li herêmê her ku diçe zingila şerê herêmê lêdixe. Balkêş bû ku veguhestina tankan piştî daxuyaniya Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton a bi awayê “Xeta sor” pêk hat.