Rêberê cûntaya leşkerî ya di salên 1976-83 de li Arjantînê pêk hat Jorge Videla yê ku fermanda dabû şîrmijên (pitik, pêçek) malbatên çepgir ji wan bên stendin û bidin malbatên leşkerên “baş” li rastî 50 sal cezayê girtîgehê hat.
Welatê Amerîkaya Latîn Arjantîn ku hesabê ji kiryarên şerê qirêj ê di dema cûntayê de dipirse, duh biryareke dîrokî da. Rêberê cûntayê Jorge Videla di doza “dizîna şîrmijan” de hat mehkûmkirin û 59 sal cezayê girtîgehê wergirt.
JI BO MALBATÊN ZAROKAN WEKE EWLAD GIRTIN JÎ CEZA
Dadgehê Vîdela bi 50 sal cezayê girtîgehê mehkûm kir. Her wiha, tevî fermandarê kampan ê ku şîrmijên dayîkên ducanî dibir û dida malbatên leşkeran Jorge Acosta û bijîşk Jorge Magnacco, li endamên cûntayê di navbera 15 heta 40 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Di nava kesên mehkûm bûn de gelek malbatên leşkeran ên ku van zarokan weke ewlad girtine jî hene. Evane jî ji ber sucê “revandina zarokan” tên tawanbarkirin.
YA WAN KIR EWQAS TIRSNAK E, TU CARÎ NIKARIN LI XWE MIKÛR BÊN
Yek ji kesên kiryarên cûntaya li welêt ji cîhana derve re ragihand Robert Cox bû û ew jî di rûniştinê de weke şahîd hat guhdarkirin. Cox destnîşan kir ku rêberên cûntayê her tim înkar dikin ku wana diziya şîrmijan kiriye û vê yekê wiha şîrove kir; “Hema weke Naziyan in. Tiştek ewqas tirsnak kirine, ji ber tu carî nikarin li xwe mikûr bên”.
Piştî aşkerebûna biryarê, girseya li ber dadgehê dest bi pîrozbahiyê kir. Saziyên mafê mirovan ên ku bi salan li hemberî van pêkanînên şerê qirêj têkoşiyan, vê biryarê weke yek ji serkeftinên xwe yên herî mezin bi nav dikin.
Li gorî texmînan 500 şîrmijên malbatên çepgir ji wana bi darê zorê hatine stendin û dane malbatên leşkeran. Heta niha nasnameya 105 jni van şîrmijên wê demê ku niha 30 salî ne, hatine tesbîtkirin.
EDALET PÊK HAT
Di dadgeha li Buneos Airesê pêk hat de yek ji şîrmijên wê demê hatibûn revandin Victoria Montenegro jî beşdarî rûniştinê bû. Montenegro di sala 2001 de, di encama testa DNA de dayîk û bavên xwe yên rast nas kir. Montenegro diyar dike ku ew di encama hewldanên bêhempa yên dayîka xwe de gihiştin hev.
Yek ji şîrmijên wê demê hatibû revandin û li derve beşdarî pîrozbahiyê bû Francisco Madariaga bû. Susana Colombo ya ku Madariaga 33 salan weke dayîka xwe dît, niha ji ber “revandina şîrmijan” di girtîgehê de ye û pênc sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Madariaga bi çavên bi girî dibêje ku dayîka wî ji aliyê cûntakaran ve hatiye kuştin û wiha didomîn; “Edadlet ev e. Demokrastî ev e. Her çendî ji bo min demek pir zor be jî, lê kesên ku ewqas ziyanê dane mirovan di dawiyê de cezayê xwe dikişînin.”