Pisporên Skoçî ji bo dermankirina korbûna ji ber korneadanê rêbazek nû pêş xistin. Ev rêbaz cara yekemîn li Înglîstanê li ser du kesan hat ceribandin.
Di her du nexweşan de jî korbûna korneal hebû. Beriya niha tenê tedawiyek ji bo korên kornealê hebûn; ev yek bi veguhestina organan pêk dihat. Sylvia Paton a ji Edinburghê bû yekem kesa ku hucreya kokê ya çav ji bo wê hat neqilkirin.
Bijîşkan da diyarkirin ku ew encex dikarin piştî çend mehan bizanin ka dê ev ceribandin çiqas serkeftî be. Wezîrê Tenduristiyê yê Îngilîstanê Nicola Sturgeon, diyar kir ku ev tedawî ji bo gelek nexweşên din bikarin ji nû ve bibînin, dibitiyek mezin e û destnîşan kir ku ew ê her tim piştgiriyê bidin projeyên wiha.