Li gorî lêkolîneke ku li welatên Yekitiya Ewropayê hatiye kirin 143 santralên nukleerê ku li welatên endamin ji bo ewlehiya wan pêk bê 25 milyar euro razemenî hewceye.
Ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve raporek hate amedekirin û çav li rê ye ku îro li Brukselê bê aşkerakirin û hinek beşên raporê ket ber destê çapemeniyê. Li gorî raporê gelek santralên nukleerê ya li welatên YE’yê pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê dijî. Di raporê de tê destnîşankirin ku ji bo ewlehiya santralan divê 25 milyar euro razemenî bê kirin.
Piştî karesata santrala nukleerê ya Fukuşîma ya Japonyayê santralên YE’yê jî xistibûn bin kontrolê. Komîsyona YE’yê di çarçoveya vê de hemû santral xistibû bin kontrolê û welatên endamên Yekitiya Ewaropayê jî piştgirî dabûn vê hewldanê.
Teknîsyenên di tesîsan de lêkolîn dikirin bi sedan kêmasiyên ewlehiyê ku divê bê aktuelkirin dîtin.
Di raporê de tê diyarkirin ku li welatên endam li dora 47 reaktoran her yekê nêzî 100 hezar mirov dijîn û ji bo ku zêdetir ewlehiya wan hebe divê xebat bên meşandin.
Di lêkolînên hatine kirin de du welatên ku navê wan nehat gotin di 4 reaktoran de valahiya ewlehiyeke cidî hate dîtin.
Piştî felaketa Fukuşîmayê li YE’yê tenê Almanyayê heta sala 2022’an biryara girtina hemû reaktorên xwe girt. Welatên endam yên din jî der barê vê de pêngav neavêtiye.