Ji bo Ferît Dundar ê YPG'yî mewlûd hat dayîn

Ji bo Ferît Dundar ê YPG'yî mewlûd hat dayîn

Ji bo şervanê YPG'ê Ferît Dundar ê li herêma Çilaxa ya Rojava, di pevçûna ji ber êrîşa çeteyên El Nûsra ya di roja destpêkê ya Cejna Qurbanê de jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê mewlûd hat dayîn.

Li gel malbatên gerîla, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr Arîf Tûrgay, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Farûk Saglam, girseyeke qelebalix li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Nisêbînê li hev kom bû.

Girseya gel ji ber avahiya BDP'ê ya navçeyê heta konê sersaxiyê yê li Taxa Kişlayê ku lê mewlûd hat dayîn, meşiya. Girseyê li konê sersaxiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanê YPG'ê Ferîd Dundar û cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê daliqand û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" qîriya.

Mewlûd bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li dû xwendina dûayan, xwarin hat xwarin.