Ji bo fermandara YJA STAR'ê Rojbîn mewlûd hat dayîn
Ji bo fermandara YJA STAR'ê Rojbîn mewlûd hat dayîn
Ji bo fermandara YJA STAR'ê Rojbîn mewlûd hat dayîn
Endama Konseya Leşkerî ya YJA STAR'ê Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) di sala 2012'an de li Geverê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da û ji bo Aslan mewlûd hat dayîn.
Li navçeya Gever ya Colemêrgê di sala 2012'an de di encama êrîşa hewayî de endama Konseya Leşkerî ya YJA STAR'ê Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) tevî 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê şaxa MEYADER'ê ya Wanê li Taxa Xaçortê, li mala malbata Aslan mewlûd hat dayîn. Di konê mewlûdê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin daliqandin. Hevserokên rêxistina BDP'ê ya Wanê Musa Îtah û Fîgen Yaşar, şaredarê Wanê Bekîr Kaya, rêxistina BDP'ê ya Artemêtê, endamên DOKH'ê, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, rêvebirên Meclisa Bajar, HDK, HDP û gelek kes tevlî mewlûdê bûn. Piştî ku mewlûd hat xwendin ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin.
Hevseroka rêxistina BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar di mewlûdê de axivî û wiha got: "Ez di şexsê heval Rojîn Gewda de li hember hemû kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewînim. Heval Rojîn li hember polîtîkayên dewletê yên îmha, înkar û zextan serî netewand û ji bo têkoşîna azadiyê tevlî refên PKK'ê bû. Em di şexsê heval Rojîn de soz didin hemû gelê Kurd ku riya hevalên şehîd riya me ye. Em ê têkoşîna wan bilindtir bikin."
Birayê Sureyya Aslan, Îhsan Aslan diyar kir ku, wekî malbata Aslan sipasiyê xwe ji hemû kesî re dikin û wiha got: "Rojîn di temenê xwe yê biçûk de tevlî refên PKK'ê bû. Bi salan di refên PKK û YJA STAR'ê de fermandarî kir. Wekî malbata wê, em bi wê serbilind in."
Piştî xwarin û diayan mewlûd bi dawî bû.