Ji bo fermandara YPJ’ê Ronahî li Silêmaniyê konê sersaxiyê
Ji bo fermandara YPJ’ê Ronahî li Silêmaniyê konê sersaxiyê
Ji bo fermandara YPJ’ê Ronahî li Silêmaniyê konê sersaxiyê
Li Silêmaniyê, ji bo fermandara YPG û YPJ’ ê Jînda Ronahî (Nevila Yusuf) a ku li Rojava, jiyana xwe ji dest da bû konê sersaxiyê hate vedan.
Şevêdin li taxa Berananî ya bajarê Silêmaniyê, ji bo fermandara YPG û YPJ’ê Jînda Ronahî (Nevila Yusuf) a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da bû konê sersaxiyê hate vedan. Di konê sersaxiyê gelek nûnerên PÇDK’ê, PYD’ê û RJAK, parlementerê YNK, saziya malbatên şehîdan, Partiya Pêşverû, Partî Demokratî Kurdistan û gelek partiyên Rojava beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Birayê fermandara YPG û YPJ’ê Jînda Ronahî, Yusif di merasîmê de axivî û wiha got: "Di kesayetiya şehîd Jînda de em hemû şehîdên têkoşînê bibîrtînin û bejna xwe li ber wan de ditewînîn. Şehîd Jînda weke hemû rêhevalên xwe heta roja şehadetê jî, bi qehremantî di nava berxwedana şoreşa Rojava de rol girtin û di paş de gav ne avêt."
Di merasîmê de Parlementerê Herêma Federal a Kurdistanê Salar Mahmud jî axivî û wiha got: "Şehîdên kurd û Kurdistanê li ku be yan li kîjan parçeyên Kurdistanê be, cîheşanazî, serbilindî û serfiraziyê ji bo me hemûyane." Merasîm bi qêrkirina dirûşmên; "Şehîd namirin", "Bîjî serok Apo", "Kesek nîkare roja me tarî bîkin" bi dawî bû.