Ji bo gerîla Ozsoy mala sersaxiyê
Ji bo gerîla Ozsoy mala sersaxiyê
Ji bo gerîla Ozsoy mala sersaxiyê
Ji bo gerîlayê PKK'ê Şîrhat Ozsoy ku di salên 1992'an de jiyana xwe ji dest da mala sersaxiyê hate danî.
Ji bo gerîlayê PKK'ê Şîrhat Ozsoy ku di salên 1992'an de li Çiyayê Gabar û Çiravê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Mizgefta Hacî Hasîb mala sersaxiyê hat vekirin. Piştî mala sersaxiyê hat vekirin Birayê gerîla Ozsoy Felat Ozsoy, Hişar Ozsoy û MEYA-DER'ê mêvan û serdan qebûl kirin.
Li salona sersaxiyê Birayê gerîlayê PKK'ê Ozsoy Felat Ozsoy diyar kir ku, birayê wî di sala 1990'an de di pola 3'emîn a Zanîngeha Ataturk ya Erziromê de tevlî PKK'ê bû û wiha got: "Birayê min di 15'ê tîrmeha 1992'an de li herêma Çiyayê Gabar û Çiravê di şer de jiyana xwe ji dest da. Birayê bin beriya tevlî PKK'ê refên azadiyê bibe jî dîsa ji bo mafê gelê Kurd têdikoşiya. Birayê min di riya Şêx Seîd de meşiya. Ji ber ku herêm cihekî şer e me nikarîbû biçin cihê wî tesbît bikin. Di demên dawî de ji bo em biçin cenaze bigirin me serî li dozgeriyê da. Lê heta niha me tu encam bi dest nexistiye. Piştî ku em bersivekê ji dozger bigirin em dê biçin cenaze bigirin û li ser axa xwe defin bikin.