Ji bo gerîla Pervane mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîla Pervane mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîla Pervane mewlûd hate dayîn
Gerîlaya HPG’ê Helîme Pervane ku di sala 2012’an de li ser rêya Pasûr-Lîceyê de di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn.
Ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Helîme Pervane (Viyan Cilok) ku di sala 2012’an de di navbera navçeyên Pasûr-Lîce ên Amedê de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû, li Salona Dawetê ya Roj mewlûd hate dayîn. Di mewlûda ku ji aliyê MEYA-DER û malbata gerîla Pervane ve hate dayîn, li gel xizmên gerîla Pervane, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Serokê BDP’a Sûrê Ednan Akgul, xebatkarên DÎAY-DER, Komeleya Çanda Firat Dîcle, xebatkarên Navenda Çanda Binevş, TUHAD-DER, rêveberên FED’ê û gelek welatî tevlîbûn.
Di salona ku mewlûd hate dayîn de alên PKK’ê û KCK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qadroyê pêşeng Mahsun Korkmaz hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan xwarin hate dayîn.