Ji bo gerîla Ruhal Welat mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîla Ruhal Welat mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Ruhal Welat li Bazîdê mewlûd hat dayîn. Mewlûd li Salona Konferansê ya Dîlanê hat dayîn. Di mewlûda ji bo Hava Mehmetnejat bi nasnav (Ruhal Welat) hat dayîn de gelek welatî, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê Halef Keklîk, Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Bazidê Cemîl Rizaogullari û Fatma Okçu û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. 

Ji bo gerîlaya HPG'ê Hava Mehmetnejat bi nasnav (Ruhal Welat) ku di sala 2012'an de li Çiyayê Cudî yê Şirnexê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest dabû mevlût hat dayîn.  Hava Mehmetnejat ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makû ye. Piştî şerê di sala 2012'an de cenazeyê Mehmetnejat nedabûn malbatê û li goristana bêkesan a Meletiyê hatibû definkirin. Di encama hewldanên salekê de, malbata Mehmetnejat cenazeyê keça xwe ji gora bêkesan girt û ji ber astengiyên dewleta Îranê birin Bazîdê defin kir. 

Beriya mevlûd bê xwendin ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Agirî’yê Xalef Keklîk anî ziman ku di yekitiya gelê kurd de têkoşîna bi rûmet a zarokên kurd cîhekî girîng digire û got: "Îro hevala me ya Ruhal Welat a ku ji bajarê Makû ye li kêleka çiyayê Araratê pişta xwe dayê hevalên xwe û li vir hatî definkirin. Ev jî ji hêza neteweyî ya gelê kurd pêk tê. Zarokên me vê têkoşîna bi rûmet bi rêve dibin, dê em jî di rêya wan de bimeşin. Di oxira têkoşîna gelê kurd de gelek hevalên me yên bi rûmet şehîd ketin. Herî dawî jî kurê Hevserokê PYD Salîh Muslim Şervan Muslim şehîd bû. Em jî ji vir ji Efrîne re, ji Serêkaniyê re û Berxwedana gelê Rojava re silavên xwe dişînin û em sersaxiyê ji malbata wî û ji kurdên bi rûmet ê her çar perçeyên Kurdistanê re dixwazin."