Ji bo gerîla Şengîl mewlud hat dayîn

Ji bo gerîla Şengîl mewlud hat dayîn

Li navçeya Silopiya Şirnexê  konê ku ji bo gerîlayê HPG’ê Agît Şengîl hatibû vekirin ji aliyê welatiyan ve bi girseyî tê ziyaretkirin û li konê şînê jib o Şendîl mewlud hat dayîn.

 Ji bo gerîlayê HPG’ê Agît Şengîlê (Ahmet Cudî)  yê ku di 7’ê çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Yenîşehîr ya Silopiya Şirnexê konê sersaxiyê hatibû vekirin û kon bi girseyî tê ziyaretkirin.

Li konê ku ji bo Şendîl hatibû vekirin mewlud hat dayîn. Endamê Meclîsa Partiyê (MP) BDP Alî Damar, Serokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar, Serokê BDP’a Silopiyê Muhsun Kunur, Şaredarê Tilqebînê  Sînan Uysal, nûnerên MEYA-DER’ê û nûnerên BDP’ê jî di nav de bi sedan kes tevli mewludê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê serokê BDP’a Silopiyê Muhsun Kunur axivî û diyar kir ku ew dê di riya kesên ku ji bo azadiya gel bedel dane de têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em jî dê giradayê şehîdên xwe bin û emê di şopa wan de têkoşîna azadî û demokrasiyê bidin. Em soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin.” Mewluda bi kurdî hate xwendin û piştre dua hatin kirin.