Ji bo gerîla Têkoşer û Gonul mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîla Têkoşer û Gonul mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîla Têkoşer û Gonul mewlûd hate dayîn
Li navçeya Artemêtan a Wanê ji bo gerîlayên PKK'ê Necdet Geylanî (Têkoşer) û Ozcan Ece (Gonul) ên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane û nasnameya wan nû hat aşkerakirin mewlûd hat dayîn.
Li navçeya Artemêtan a Wanê ji bo gerîlayên PKK'ê Necdet Geylanî (Têkoşer) û Ozcan Ece (Gonul) ên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane û nasnameya wan nû hat aşkerakirin mewlûd hat dayîn. Li konê ku mewlûd tê de hat dayîn posterên gerîla Geylanî û Ece hatin daliqandin.
Di mewlûda ku ji aliyê MEYA-DER hat organîzekirin de ligel gelek hemwelatiyan rêveber û endamên Rêxistina BDP'ê ya Wanê, meclîsa şaredariyê û ya giştî, her wiha saziyên civaka sivîl jî beşdar bûn. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Serokê Şaxa MEYA-DER a Wanê Salih Kaplan sersaxî ji malbatan re xwest. Kaplan anî ziman ku, gelê Kurd ji bo azadiyê gelek berdêl dane.
Paşê Hevserokê Rêxistina Artemêtan a BDP'ê Fatîh Şahîn jî axivî. Şahîn got ku, gelê Kurd wê her tim hewl bide bibe hêjayî zarokên xwe. Bavê gerîla Necdet Geylanî Elî Geylanî jî got: "Kurê min ji bo azadiya gelê xwe canê xwe da. Ji ber vê ligel ku şehîdê min e, şehîdê tevayî Kurdistanê ye."
Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin.