Ji bo gerîlaya HPG’ê Fatma Başak mewlûd

Ji bo gerîlaya HPG’ê Fatma Başak mewlûd

 Li Êlihê ji bo gerîlaya HPG'ê Fatma Başak (Raperîn Batman) a ku sala par li Çiyayê Çiravê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hate dayîn.

Sala par li Çiyayê Çiravê operasyon pêk hat û di operasyonê de  gerîlayên HPG'ê Ceylan Geldî (Gulbahar Bagok), Fatma Başak (Raperîn Batman) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata gerîlaya HPG'ê ji bo keça xwe Başak li Taxa Bêşevlerê li mala sersaxiyê mewlûd hate dayîn.

Di sersaxiyê de malbata Başak, Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endamên meclîsa partiyê yên BDP’ê Melîha Varişli, Nezîr Gulcan, endamê meclîsa partiyê ya HDP’ê Kazim Ateş, rêveberên BDP'ê, KURDÎ-DER, MEYA-DER, ÎHD, DA-DER, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Jinên Bajêr a Êlihê, nûnerên saziyên sivîl ên civaki jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

Li Mala Taziyeyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên HPG'ê Geldî, Başak û pêşengên PKK hatin daliqandin. Di pêşengiya meleyê DA-DER'ê de mewlûda Kurdî hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê deqîqeyek rêz hate girtin.

Di mewlûdê de Serokê MEYA-DER’ê ya Êlihê Ekrem Degîrmencî axivî û diyar kir ku ev qonaxa ku gelê Kurd gihiştiyê bi saya serê zarokên gelê Kurd ên kudi berxwedan û têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye û got ku dê ew her tim di rêya têkoşîna cangoriyên xwe de bimeşin û bibin şopdarê têkoşîna wan.

Apê gerîlaya HPG’ê Başak, Omer Turhan jî axivî û wiha got: “Em li ber hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe û serê xwe ditewînin. Bila serê gelê Kurd carek din sax be. Bila serê hemû malbatên şehîdan sax be. Em cejna gelê Kurd 15’ê Tebaxê li tevahî gelê Kurdistanê pîroz dikin. Silavên xwe ji berxwedana Rojava re dişînin. Em careke din qetlîam û êrîşên li ser gelê Rojava ku pêk tên şermezar dikin. Hûn hemû li ser çavên me re hatine.”

Piştî axaftinan xwarin hate dayîn.