Ji bo gerîlaya HPG’ê mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlaya HPG’ê mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlaya HPG’ê Hatîce Şahîna ku di sala 2009’an de di şerekê de jiyana xwe ji destdayî mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de Hevserokê BDP’a Wanê Mûsa Îtah da diyar kirin ku Têkoşîna Gelê Kurd bi rexmê hemû zardariyan û qetliman jî serê xwe natewîne.

Di mewlûda ku ji aliyê MEYA-DER’ê ve ji bo gerîlaya HPG’ê Hatîce Şahîna ku di sala 2009’an de di şerekê de jiyana xwe jidest dayî de hatdayîn de bi sedan kes ji bo beşdarbûn mewlûdê li Goristana Dogu yê kombûn û ber bi mala ku mewlûd lê hat dayîn meşiyan.

Di meşê de bênavber sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hayin gotin.

Di meşê hevserokê BDP’a Wanê Mûsa Îtah, Cigirê Hevserokê BDP’a Wanê Azim Yacani Seroka şaredariya Bostanê Nezahat Erguneş û bi sedan kes beşdar bûn.

Piştî dua hatin xwedin, Hevserokê BDP’a Wanê Mûsa Îtah mafê axiftinê girt û da diyar kirin ku AKP ji samimiyeta pêvajoya çareseriyê dûre, Wê çareserî bi têkoşîna gelê Kurd pêk were. Destnişan kir ku hilbijartinên sala 2014 ji bo gelê kurd giringin lê belê têkoşîn netenê bi hilbijartinan ve girêdaye.

Îtah bi darvekiran du ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve jî şermezar kir û da diyar kirin wê di sinorê Îranê de mitîngekî mezin were li darxistin.

Piştî îtah dayîka gerîla HPG’ê Xunê Şahîn mafê axiftinê girt û da diyar kirin ku keça wê şehîda hamû gelê Kurde û bi wê serbilindin.

Piştî axiftinan bi xwarna mewlûdê  bi dawî bû.