Ji bo gerîlaya PKK'ê Yildiz mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlaya PKK'ê Yildiz mewlûd hat dayîn

Li sêrtê ji bo gerîlaya PKK'ê Kadriye Yildiza (Rozerîn) ku di sala 1995'an de li bejahiya Bedlîsê bi tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî  mewlûd hat dayîn.

Gerîlaya PKK'ê Kadriye Yildiz (Rozerîn) ku di sala 1995'an de li bejahiya Bedlîsê bi tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kadriye Yildiz (Rozerîn) li Taxa Ulku Sêrtê ya qada Siveyka li di mala Sersaxiyê de mewlûd hat dayîn. Gelek welati, Endamê Meclisa BDP'ê Îzzet Belge, Serokê BDP'ê yê Sêrtê Mehmet Ata Înan, Şaredarê Şêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misirçê Necat Yilmaz, rêveberên BDP'ê yên navçe û navendê û barokan, Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-DER, MKM, ÎHD û endamên meclisa şaredariyan tevli mewlûdê bûn.

 Piştî xwedina mewlûdê ya bi kurdî ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayê rêzdari hat girtin. Di mewlûdê de bavê gerîlaya PKK'ê Yildiz Abdullah Yildiz diyar kir ku keça wî bi tevî hevalên xwe ji bo axa xwe û zimanên xwe canên xwe fedakirin û wiha got: "Kadrîya şehîda hemû kurd û kurdistanêyê. Di vê watê de em weka malbata wê bi têkoşîna wê ya bi rumet re serbilindin. Di serîde serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêhevalên wê û yê gelê kurd sax be."

Serokê BDP'ê yê Sêrtê Mehmet Ata Înan ji balkişand ser pêvajoya çareseriya demokratik û diyar kir ku têkoşîna gelê kurd bi saya têkoşîna ciwanên gelê kurd yê bi rumet gehîştiyê vê astê û ew êdî naxwazin ciwanên kurd bikevin bin axê. Piştî axaftinê xwarin li beşdaran belavkirin.