Ji bo gerîlayê HPG'ê Çelik li Sêrtê mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Çelik li Sêrtê mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Çelik li Sêrtê mewlûd hat dayîn
Li Sêrtê ji bo gerîlayê HPG'ê Ayhan Çelîk (Koçer Çiyager) mewlûd hat dayîn.
Sala par di 19'ê Cotmeha 2012'an de li gundê Dêzê yê Colemêrgê di şer de gerîlayê HPG'ê Ayhan Çelîk ê bi kod navê Koçer Çiyager jiyana xwe ji dest dabû. Bi minasebeta 1'emîn salvegera wî malbata Çelîk û MEYA-DER'ê bi hevre li taxa Karakolê ya Sêrtê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterê gerîlayê HPG'ê Çelik, alên PKK'ê hatin vekirin.
Dîsa bi sedan welatî tev li mewlûdê bûn. Şaredarê Sêrtê û navçeyên Sêrtê yên BDP'î, endamên meclisa şaredariyê, rêveberên BDP'ê Dayikên Aştiyê, NÇM, ÎHD, MEYADER, TUHAD-DER, nûnerên KESK'ê jî amade bûn. Mewlûdê bi rêzgirtinê dest pê kir. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak diyar kir ku ev têkoşîn bi şer û têkoşîna ciwanên kurd gihiştiye vê astê û kurd ji bo şehîdên xwe rêberên xwe û mafê xwe yê bingehîn tu carî dest ji vê dozê bernadin.
Bavê gerîlayê HPG'ê Ayhan Çelik Ebubekir Çelik jî diyar kir ku kurê wî ne tenê şehîdên wan e û ê hemû Kurdistanê ye. Mewlûd bi xwendina duayan bi daw