Ji bo gerîlayê HPG'ê Huseyîn Îlîzdîr mewlud hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Huseyîn Îlîzdîr mewlud hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Huseyîn Îlîzdîr mewlud hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Huseyîn Îlîzdîr (Rojdî Bazîd) yê ku sala par li Bêşebaba Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da mewlud hat dayîn.
Malbata gêrilayê HPG'ê yê ku li Taxa Yeniyê ya Bazîda Agiriyê dijîn di mala xwe ya de ji bo gerîlayê HPG'ê Huseyîn Îlîzdîr (Rojdî Bazîd) yê ku di 11 Îlona 2012'an de di şerê Qereqola Bayraktepe de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji destda mewlud dan. Bi sedan welatî, malbata Îlîdîz, TUHAD-DER, BDP, endamên Meclîsa Şaredariyê, nûnerên Sazî û Dezgehên Civakî tevlî mewludê bûn. Di konê mewludê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe jidest dane û ala PKK'ê hat daliqandin. Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê rêzdari hat girtin.
Piştî Rêzdariyê Serokê TUHAD-DER'a Bazîdê Mehmet Bozkurt balkişan ser têkoşina pakrewanan û wiha got: "Bi taybetî malbatê me bi mere di tekoşînê de cîh bigre dê em ji xwe hêzdar hîs bikin. Emê bi hevkarî û yekitiya xwe dikarin kesên ku bi salanê di xwazin gelê me tune û înkar bikin vala derxin û di tekoşina xwede bi serbikevin. Em bi saya têkoşîna şehidên xwe gehîştine roja îroyîn. Em bi rûmetin, emê li ber şehîdan bi rêz dari bejna xwe ditewînin. Emê di riya şehîdên xwede biçin. Weka Rêber Apo jî divê; 'Emê di riya şehîdê xwe de her dem têkoşina xwe bidimînin.'"
Li ser navê Komeleya Oldarên Bazîdê (BADAY-DER) Mele Adil Çoban ji Kurana Kerîm ayet xwend û komkujiyên li ser Rojava şermezar kir. Çoban Komkujiyên dij mirovî yên çeteyên Eniya El-Nusra nalet kir. Pişti xwendina mewludê xwarin li welatiyan hat belav kirin.