Ji bo gerîlayê HPG'ê Okmen, konê şînê hat vedan

Ji bo gerîlayê HPG'ê Okmen, konê şînê hat vedan

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mûrat Okmen (Xebat Firat) ê di 7'ê Îlona sala 2012'an de li herêma Qendîlê di encama bombebaran artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li taxa Ensar a Mêrdînê konê şînê hat vedan.

Di encama operasyona hewayî ya artêşa Tirk de ya di 7'ê îlona 2012'an de li herêma Qendîlê gerîlayê HPG'ê Murat Okmen (Xebat Firat) û 4 hevalên wî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo Okmenê HPG'î li Mala Şînê ya Zeynî Avuka ku li taxa Ensarê ye konê şînê hat vedan. Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, şaredarê Qoserê Ferhan Turk, endamê meclisa partiyê ya BDP'ê Fesîh Ozel, serokê rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz û gelek kes konê şînê ziyaret kirin. Parlamenter piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan li hember modernîteya kapîtalîst, pergaleke demokratîk ava dike û ev gelan ronî dike. Têkoşîna me ya rohanîbûnê roj bi roj mezintir dibe. Ev jî di encama berdêlên mezin de derdikeve holê."

Bavê gerîlayê hPG'ê Okmen, Suleyman Okmen xwest kesên ku hatine sersaxiyê bila negirîn û wiha got: "Mala me mala şînê nîne, mala dewatê ye. Gelê me li Rojava şoreke mezin pêk tînin û bedelên mezin didin. Ji ber vê yekê em ji bo şehîdê xwe nagirîn. Çiyayên me bombe dikirin, tu zilmek nema ku li ser gelê me bê meşandin. Ji ber vê yekê kurê min bû gerîla û bedel da. Êdî ew kurê min nîne, kurê hemû Kurdistanê ye."