Ji bo gerîlayê HPG’ê Zagros mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Zagros mewlûd hate dayîn

MEYA-DER û BDP’a Pirsûsê ji bo gêrîlayê HPG’ê Îbrahîm Başak (Zagros Urfa) mewlûd da.

Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Îbrahîm Başak bi nasnav Zagros Urfa ku di 3’ê Tîrmeha 2010’an de li Elkê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan li Şirnexê radestî malbatê hatibû kirin û beriya çend rojan li navçeya Pirsûs ya Rihayê hatibû veşartin.

Ji bo gerîla Zagros li gundê jê dayîkbûye Agaçî MEYA-DER û BDP’ê Pirsûsê mewlûd da.

Mewlûda ku li qada gund hate dayîn li gel rêveberên MEYA-DER û BDP’ê her wiha gelek welatî jî tevlîbûn.

Piştî mewlûd hate xwendin, xwarina hatibû amadekirin li welatiyan hate bilavkirin.