Ji bo gerîlayê PKK’ê Baykara mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê PKK’ê Baykara mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê PKK’ê Baykara mewlûd hate dayîn
Gerîlayê PKK’ê Reşat Baykara ku di sala 1994’an de li çiyayên Zagrosê di encama şerekê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn.
Gerîlayê PKK’ê Reşat Baykara (Siyabend) ku li çiyayên Zagorsê ên di sînorê Bakûrê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di sala 1994’an de di encama şerekê li hemberî artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Tekel ya navçeya Misirc ya Sêrtê mewlûd hate dayîn. Di konê ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê PKK’ê Baykara hatî daliqandin, Serokê BDP’a Sêrtê M. Ata Înan, Serokê BDP’a Misircê Yehya Sabaz, Serokê BDP’a navçeya Sêrtê Şukru Tîmûrtaş, rêveberên navçeya Misirc û Sêrtê ên BDP’ê û HDP’ê, TUHAD-DER, MEYA-DER, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û girseyek qelebalix tevlîbûn. Piştî mewlûda bikurdî hate xwendin, deqîqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê Serokê BDP’a Sêrtê Mehmet Ata Înan axivî û da diyarkirin ku, pir girînge ku îro tekoşîna gelê Kurd gihaye vê astê û ew dengdarên ciwanên ku tekoşîn gihandine vê astê û ji bo vî gelî canê xwe fedakirin e. Înan anî ziman ku “ Ji bo wê pêwîste heya dawiyê em xwedî li şehîd û rûmetên xwe derbikevîn. Em tekoşîn û yeketiya xwe biparêzin û heta ku em mafê xwe bistînin dewam bikîn. Heya niha tu hêzekê em nerûxandin, ji vir şunde jî dê tu hêz li pêşiya gelê Kurd nebe asteng.”
Mewlûd bixwarina hate dayîn bidawî bû.