Ji bo gerîlayê PKK'ê Canan mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê PKK'ê Canan mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê PKK'ê Fehmî Canan (Leşker Befircan) ku di sala 1997'an de li Xinêrê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.

Malbat û saziyên sivîl ên civakî ji bo gerîlayê PKK'ê Fehmî Canan (Leker Bafircan) ku di sala 1997'an de li di şerê li Xinerê de jiyana xwe ji dest da mewlûd da. 

Piştî nasnameya Fehmî Canan (Leşker Befircan) hat aşkerakirin, malbatê mewlûd da. Di mewlûdê de rêveberên BDP, Şaredarê Geverê Ercan Bora, nûnerên MEYADER, TUHAD FED, KURDΠDER û Dayikên Aştiyê amade bûn. 

Di mewlûdê de alên PKK û KCK'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsun Korkmaz û Fehmî Canan hatin vekirin. 

Di mewlûdê de rêz hatin girtin û dûa hatin xwendin.