Ji bo gerîlayê PKK’ê Geçer mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê PKK’ê Geçer mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê PKK’e Yilmaz Geçer ê di sala 1997’an de li bejahiya Bêdlîsê bi 28 hevalên xwe re di şer de jiyana xwe ji dest da mewlud hat dayîn.

Ji bo gerîlayê PKK’ê Yilmaz Geçer’ê ku di sala 1997’an de li bejahiya Bêdlîsê jiyana xwe ji dest da li taxa Yenî ya navça Hezexa Şirnexê konê şînê hat vedan û mewlud hat dayîn. Însîyatîfa Dayîken Aşitîyê, endam û rêveberên BDP, endamen MEYA-DER'ê û gelek welatî tevlî mevlûde bûn. Beriya mewlûdê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mewlûd bi Kurdî hat xwendin. Bavê Yilmaz Geçer Fîzan Geçer piştî mewludê axaftin kir û dîyar kir ku kurê wî ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kiriye û ewê rêya kurê xwe bişopînin û doza wî pêştir bibin. Geçer balkişand ser erîşên polîsan ên duh jî û got: “Li hêlekê dibêjin pêvajoya aştiyê heye, li hêla din jî êrîşî nirxên me dikin. Em vê yekê qebûl nakin.”

Serokê Rêxistina BDP’ê ya Hezexê Ekrem Şavli jî axavtinek kir û diyar kir ku Yilmaz ne ji bo koltux û berjewendiyan jiyana xwe ji dest daye û xwest herkes li nirxan xwedî derkeve.

Piştî axavtinên hatin kirin xwarina mewlûdê hat dayin.