Ji bo Gerîlayê PKK'ê li Bismilê mala sersaxiyê

Ji bo Gerîlayê PKK'ê li Bismilê mala sersaxiyê

Li navçeya Bismilê ya Amedê ji bo endamê Erdînç Bîçîmlî ku di rojên borî de li "Şehîtgeha Şehit Harun" hat defin kirin mala sersaxiyê hat vekirin.

Gerîlayê  PKK’ê Erdinç Biçimli (Berzan) di sala 1992'an de di serdegirtina qereqolê ya Hênê de jiyana xwe ji dest dabû. Çend roj berê li ‘Şehîdgeha Şehîd Harun’ hat definkirin. Piştî cenazeyê Bîçîmlî hat definkirin, ji bo gerîlayê  PKK’ê Bîçimlî li navçeya Bismilê ya Amedê mala sersaxiyê hat vekirin. Mala Sersaxiyê ku li Mizgefta Medîne ya taxa Sanayiyê hat vekirin ji aliyê endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kesan hat ziyaretkirin.

Mala sersaxiyê ya ji bo gerîlayê PKK'ê Biçimli hat vedan dê 3 rojan vekirî bimîne.