Ji bo gerîlayê şanoger Daxistan Koçer sersaxî hatin qebûlkirin
Ji bo gerîlayê şanoger Daxistan Koçer sersaxî hatin qebûlkirin
Ji bo gerîlayê şanoger Daxistan Koçer sersaxî hatin qebûlkirin
Ji bo Gerîlayê HPG’ê Şemsettîn Ariturk (Daxistan Koçer) ku bi nasnameya xwe ya şanogeriya dihat nasîn, li Êlihê sersaxî hatin qebûlkirin û mala sersaxiyê bi girseyî tê ziyaret kirin.
Daxistan Koçer k udi 18’ê hezîrana 2011’an de bi hevalekî xwe re li Rojhilatê Kurdistanê di pevçûneke bi hêzên Îranê re jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ev sê roje bo wî konê sersaxiyê hat vekirin û mewludekî bi daweî bû. malabata Koçer ku çend roj berê şehadeta kurê xwe hîn kirin, li Taxa Gap a Êlihê sersaxî qebûlkirin. Li Salona ku serxaxî dihat qebûlkirin, wêneyên Ocalan, Mahsum Korkmaz û Daxistan Koçer hatin daliqandin.
Sersaxiya ku sê roj bû berdewam dikir, bi mewludekî dawî bû. malbat û xizmên Koçer, MEYA-DER, nûnerên însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli bûn. Mewlud bi kurdî hat xwendin. Endama BDP PM Nezîr Gulcan ji malbatê û gelê kurd re sersaxî xwest.
Gulcan wiha got: “Ji vir şûnde em ancax layiqê şehîdên xwe bin. divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Hevalên me ji bo gelê kurd û serokatiyê jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê sedemê emê şopdarên têkoşîna wan bin.”
Birayê Şemsettîn Ariturk, Seyîthan Ariturk jî spasiyên pêşkêşî gel kir û got: “Birayê min ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê kude. Bila serê gelê kurd sax be. Ji vir şûnde divê em di riya wan de têbikoşin.”
Hate hînbûn ku hefteya pêş di 6-7’ê nîsanê de dê sersaxiya Ariturk ji aliyê BDP Bahçelîevlera STenbolê ve dewr bê girtin.
SKECA WÎ ELEQEYEK MEZIN DÎTIBÛ
Daxistan Koçer li çiyayên Kurdistanê bi nasnameya xwe ya şanogeriyê dihat nasîn û li Qadên Parastina Medya di 4’ê Nîsana 2010’an de di pîrozbahiyên Rojbûna serokatiyê de teqlîdê Osman Baydemîr kiribû. Skeca Koçer di çapameniya civakî de eleqeyeke mezin dîtibû.
HÊVIYA MIN EVE KU HEMÛ ZAROKÊN KURD DANSÊ FÊR BIBIN
Daxistan Koçer di 1999’an tevli gerîla dibe û jiyana xwa ya şanoyê bi lîstika ‘Hammalên xeyalan’ da destpêkirin. Di 2009’an de di nûçeyeke ku gerîlayên hunerê dikin de wiha gotibû: “Şano ji bo min terzeke jiyanê ye. şanoyê ronahiyeke nû da min û mirovahiyê. Hem gerîlatî û hem jî huner gelek tiştan bi mirovan dide qezenckirin. Ez şanoyê dişibînim şoreşê. Şano saziyeke ahlaqê ye.”
Daxwaza Koçer jî ev bû ku hemû zarokên kurd dansê fêr bibin û bi şano û hunerê re mijul bibin.