Ji bo gerîlayên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji destdane taziye
Ji bo gerîlayên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji destdane taziye
Ji bo gerîlayên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji destdane taziye
MEYA-DER’ê li Amedê, Bismilê û Sîlvaniyê ji bo gerîlayên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane taziye pêk anî.
Nûnertiya MEYA-DER’a Bismilê ji bo gerîlayên Emriyet Avşar, Nurullah Erdem, Mehmet Bulut, Eşref Bozkurt û Îhsan Kaplan ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane li gundê Uluturk’ê li Mala Yas Cemîî a Hz Elî de taziye danîn.
Taziya ku bi girseyî destpê kir Hevserokê BDP’a Navçeya Bismilê Tufan Tunç, Serokê Şaredariya Bismilê Cemile Eminoglu, xebatkarên MEYA-DER’ê yên Bismilê li gel bi sedan kesî beşdar bûn. Salona ku taziye lê hate danîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 5 gerîlayan li gel ala PKK’ê hatin daliqandin. Di taziyê de Hevserokê BDP’a Navçeya Bismilê Tufan Tunç ku axivî wiha got: “Yên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ev gele wan anîne gel hev. Di serî de malbatên şehîdên me serê hemû gelê Kurd saxbe. Bila hemû kes baş bizane gelê Kurd weke hemû gelên Cîhanê wê bigehe azadiya xwe.”
MEYA-DER’a Amedê jî gerîlayên PKK’ê Alî Kirboga (Mele Îsmaîl), Muzaffer Tutal (Diyar) û Idrîs Efe (Azad) ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane li Mala Yas a Liceyiyan taziye danî. Di salona ku taziye lê hate danîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û ala HPG’ê hate daliqandin.
Girese û endamên MEYA-DER’ê yên beşdarî taziyê bûyîn dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” qêr kirin.
Nûnertiya MEYA-DER’ê a Silvanê jî ji bo gerîlayên PKK’ê Behçet Çetinkaya (Hebûn), Şûkran Çetinkaya (Bermal) û Şaban Ezer (Şevger Zana) ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane li Mala Taziyê a Taxa Konak taziye danîn. Di taziyeyê de gelek endamên rêxistin û malbatên şehîdan hatin gel hev.
Meşa ku têde wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin li rastî ablukaya polîsan hat. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Farqîn ne razê xwedî li şehîdê xwe derkeve” hatin qêr kirin ku heya meş bi dawî bûjî merşa “Çerxa şoreşê” hat xwendin. Piştî pevçûnên dem kurt di navbera gel û polîsan de çêbûn. Piştî wêna polîsan rê ji girseyê re vekir û girseyê jî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” qêriyan û meşa xwe dewam kirin.
Wê di mala taziyê de 3 rojan taziye bê qebûl kirin.