Ji bo gerîlayên PKK'ê li Stenbolê sersaxî
Ji bo gerîlayên PKK'ê li Stenbolê sersaxî
Ji bo gerîlayên PKK'ê li Stenbolê sersaxî
YAKAYDER'ê gerîlayên PKK'ê yên ku di demê cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û di rojên borî de li "Şehîdgeha Şehîd Harun" ya ku li çoltera navçeya Liceyê hatin defînkirin bibîr anîn. Ji bo gerîlayê HPG'ê yê bi navê Ahmet Kultur (Nurhak Ekîn) ê ku di sala 2011'an de li Çiyayê Cudî jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wî vê li gundê wî mewlud hat dayîn.
YAKAYDER'ê ji bo gerîlayên PKK'ê yên di demê cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û di rojên borî de li "Şehîdgeha Şehîd Harun" de hatibûn definkirin yên bi navên Murat Baran (Bawer), Ugur Bîlîr (Tofan Tolhildan), Nalan Alici (Arjîn Amed), Hîkmet Yildenîz (Aladîn), Fereç Kizilkaya (Ferman), Hekî Kizilkaya (Ozgur Devrîm), Mizgîn Tekîn (Sîpan), Mehmet Alakuş (Xebat) ve Ramazan Polat (Şehmus) li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Bagcilara Stenbolê sersaxî vikirin.
Malbatên gerîlayên PKK'ê û gelek welatî, Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul, Hevserokê BDP'ê yê Bagcilarê Cîhan Aydin, Serokê YAKAYDER'ê Velat Demîr, û Serokê DÎAY-DER'ê Mehmet Şîmşek tevlî Sersaxiyan bûn. Di cîhê sersaxiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Wêneyên gerîlayên PKK'ê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn û alên PKK'ê û KCK'ê hatin daliqandin.
Quncikên ku ji bo gerîlayên PKK'ê yên ku jiyana xwe ji destdayê hate çêkirin bi wêneyên gerîlayên PKK'ê û bi flamayên kesk, sor û zer û bi findên curbecur hate xemlandin. Sersaxiyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayî bi deqeyek rêzdariyê dest pê kir û li ser navê YAKAYDER'ê Halef Demîr axivî.
Demîr, sersaxî ji gelê kurd re xwast û dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Di şexsê rêheval Bawer de ez bi rêzdari bejna xwe li ber bîranînên hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Gelê kurd di têkoşîna azadiyê de berdêlên mezin dan. Lê li gel van hemû êşan Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tu carî destê xwe ji aştiyê venekişand ji aştiyê durneket." Piştî Demîr Hevserokê BDP'ê yê Bagcilarê Cîhan Aydin jî wiha got: "Her şehîd û rêhevalên meyê ku ji nav me diçin birînek kur di dilê mede vedikin û lê di heman demê de têkoşîna wan û şahadetên hevalên me hêz didin têkoşîna me û baweriya me hêzdartir dike. Em baş dizanin yê ku afrinerên ruhê ku em anîne roja îroyîn ewin. Bi saya têkoşîna wan gelê kurd gîhîştiye roja îroyîn. Emê xwedî bibîranînen wan derkevin û têkoşîna wan biserbixin."
Birayê gerîlayê PKK'ê Murat Baran Ekrem Baran jî anî ziman ku ew şehîdê hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye û da zanîn ku ev têkoşîna aştî û demokrasiyê ye.
JI BO GERÎLAYÊ HPG'Ê KULTUR JÎ MEWLÛD HAT DAYÎN
Li gundê Qesrikê yê Cizîra Şirnexe jî ji bo Gerîlayê HPG'ê Ahmet Kultur (Nurhak Ekin) yê di 12-'ê Kanûna 2011'an de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn. Malbata Kultur li hewşa mala xwe mewlûd da. Di xwarina mewlûdê de rêveberên BDP'ê MEYA-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Di mewlûdê de alên PKK û HPG'ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Dîsa wêneyên 14 gerîlayên HPG'ê yên li gel Ahmet Kultur (Nurhak Ekin) ku di şer de jiyana xwe ji dest dan hat vekirin. Di mewlûdê de meleyan mewlûd xwend û piştre Rêveberên MEYA-DER'ê Melle Kasim Yîgît, anî ziman ku wan zarokên xwe defin kirin lê ew di heman demê de di dilê xwe de veşartine. Yîgît, anî ziman ku bi têkoşina di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd PKK'ê Abdullah Ocalan de hişmendiya qirêj hilweşandin û pêvajoyek nû dan destpêkirin.
Bavê Kultur Mehmet Kultur jî anî ziman ku şehîdên wan rûmeta wan in û ew dê li Rûmeta xwe xwedî derkevin.