Ji bo gerîlayên PKK’ê mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîlayên PKK’ê mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîlayên PKK'ê ên ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane, li mala sersaxiyê ya Cizîrê mewlûd hat dayîn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di rojên borî de nasnameyê gelek gerîlayên PKK'ê yên di şerên 90'î de li cihên cûda û dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn diyar bûn. Piştî nasnameyên wan diyar bûn, ji bo gerîlayên PKK'ê Huseyîn Îşlek (Xebat), Mewlûd Aydin (Çekdar Tay) û Rauf Gezer (Dijwar) malên sersaxiyê hatin vekirin. Piştre li malên sersaxiyê mewlûd hat dayîn.

Malbatên gerîlayên PKK'ê, bi sedan welatî, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, rêveberên BDP'ê, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek Oldar tevlî mewlûdê bûn. Di mala sersaxiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz û Mazlum Dogan, wêneyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane û alên PKK'ê hat daliqandin.

Mela Seîd Ozdemîr bi kurdî mewlûd xwend û weaz da. Piştî wî rêveberê MEYA-DER'ê Kasim Ozdemîr jî li ser lehengiya pakrewanan rawestiya û wiha got: "Ciwanên gelê Kurd yên gernas û leheng heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li pey riya Birêz Ocalan çûn. Divê em ji heta dilopa xwina xwe ya dawîn xwedî li riya wan gernas û lehengan derkevin û di riya wan de bimeşin. Ta ku gelê Kurd bigehe armanca xwe."
Piştî axaftinê xwarin hat dayîn. Serdanên sersaxiya li Taxa Cûdî îro bi dawî dibe.