Ji bo girtiyê nexweş Adnan Oztel azadî hat xwestin

Ji bo girtiyê nexweş Adnan Oztel azadî hat xwestin

Endamên Komîsyona Girtîgehan Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya rûniştinê ya "F" de bal kişandin ser nexweşiya girtiyê bi navê Adnan Oztel û xwestin bê berdan.

Ji aliyê Komîsyon Girtîgehan Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê her hefte bi armanca balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de û rewşa girtiyên nexweş, li ber Lîseya Galatasaray çalakiya rûniştinê ya "F" tê lidarxistin. Di hefteya 82'yemîn a çalakiyê de rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Adnan Oztel hat destgirtin. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin" hat vekirin û dirûşmayên "Ji êşkenceya tecrîdê re bes e", "Bila girtiyên siyasî bên berdan", "Bila Adnan Oztel bê berdan" hatin berzkirin. Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe, axivî. Efe da xuyakirin ku girtiyê bi navê Hasan Kaya yê nexweşiya şekir ji ber nehat tehliyekirin jiyana xwe ji dest da.

'TEVÎ RAPORÊ JÎ DOZGERÎ DIBÊJE, 'TALÛKEYA JIYANÎ NÎN E'

Piştî Efe endamê Komîsyona Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Burhan Ozturk jî bal kişand ser girtiyê nexweş ê bi navê Adnan Oztel ku bi "Nexweşiya Behçet "e û li Girtîgeha Tîpa F a Bafraya Samsunê dimîne ku cezayê muebbetê le hatiye birîn. Ozturk diyar kir ku Oztel ji ber nexweşiyê di çavê rastê ji sedî 70'ê di çavê çepê de ji sedî 30 pirsgirêkên dîtinê dijî û wiha berdewam kir, "Êşa serî pir bandorê lê dike, pora wî diweşe, timî êşa pişt û qirikê dijî. Her wiha ji ber dermanan jî sînîrên wî bandor bûne û timî xwedan û herareta zêde pêre çêdibe." Ozturk anî ziman ku tevî raporên Nexweşxaneya Zanîngeha Samsunê ya 18 Mayis jî, Dozgeriya Komarê ya Bafra bi sedema "Di raporên hatine dayîn de nexweşiyeke ku jiyana wî bixe talûkeyê nîn e" tehliyekirina Oztel red kiriye.

Ozturk di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo girtiyên nexweş tu nîzameke erênî nehatiye kirin. Paşê Hemwelatiya bi navê Nerîman Çelîk got, "Min qîrîna wî ya bêdeng di helbest û nivîsên wî de xwendin. A wî li ser lingan digire nivîs û xwegihandina mirovên li derve ye. Lê belê ew ji destê wî tê derxistin."
 

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmayan bi dawî bû.