Ji bo girtiyên nexweş ber bi Girtîgeha Wanê ve meşiyan

Ji bo girtiyên nexweş ber bi Girtîgeha Wanê ve meşiyan

Li Wanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş, ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Wanê meşek hat lidarxistin.

TUHAD-DER a Wanê, bi armanca serbestberdana girtiyên nexweş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ve meş û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Di meşê de li gel Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokên BDP'ê yên Wanê Mûsa Îtah û Fîgen Yaşar bi sedan kes amade bûn. Bi sedan kesên ji bo tevlî daxuyaniya çapemeniyê bibin bi wesaîtên xwe hatin nêzî girtîgehê û ji vê derê ber bi deriyê girtîgehê ve bi pankarta "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Tenduristiya Birêz Ocalan tenduristiya me ye", "Bila heyeteke doktoran biçe Girava Îmraliyê" meşiyan. 

‘BILA BIRÊZ OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN’

Serokê TUHAD-DER a Wanê Ahmet Aygun li vir metna daxuyaniya çapemeniyê xwend û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş, xwest hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Aygun diyar kir ku Saziya Tipa Edlî raporên 500 girtiyên nexweş li ber çavan nagire û destnîşan kir ku zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî jî li nêzîkatiyên tolhildan, tine û înkarkirinê rast tên.

Aygun bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Yek ji xalên sereke yên danûstandinên Serokê Giştî yê KCK'ê yê bi rayedarên dewletê re meşandiye, serbest berdana girtiyên nexweş e. Li girtîgehan zêdeyî 500 girtiyên nexweş hene û rewşa 127 ji van giran e."

'AKP'Ê JI BO AŞTIYÊ HÎNÊ GAVEKE BERÇAV NEAVÊTIYE'

Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî di axaftina xwe de diyar kir ku ji Newroza 2013'an û vir ve AKP'ê di pêvajoya çareseriyê de ti gaveke berçav a ji bo aştiyê neavêtiye û bi helwesta xwe ya li hemberî girtiyên nexweş re, nîşan dide ku çiqasî bê samîmî nêzî pêvajoyê dibe. Uçer herî dawî destnîşan kir ku divê AKP beriya her tiştî girtiyên nexweş serbest berde.

‘GIRTIYÊN SIYASÎ VÎNA XWE RADEST NEKIRIN’

Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah herî dawî mafê axaftinê wergirt û got, "Li girtîgehan, girtiyên siyasî li ber xwe dan û vîna xwe radestî pergalê nekirin. Di serî de Serokê Giştî yê KCK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat kirin û dûre girse bi dirûşman belav bû.