Ji bo hawirdorê soz hene, venihêrtin tune!

Ji bo hawirdorê soz hene, venihêrtin tune!

Konferansa Berdewamkirina Geşedanê ya bi beşdariya 188 welatan li bajarê Rio de Janeiroyê bi dirûşima “Aboriya Kesk” pêk hat, bi belavokek ji 53 rûpelan bi dawî bû. Li gorî belavoka bi sernava “Ya em Em Dixwazin dê Bê”, ji bo pêgavên ji bo parastina hevsengiya ekolojîk û biryarên hatine girtin, ne xwedî rola neçarkirinê ye.

Piştî 20 salan, bi boneya Cîhanê careke din ji karesatên xwezayê rizgar bikin, li bajarê Brezîlye Rio de Janeiroyê bo cara duwemîn Konferansa Berdewamkirina Geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin. Lê di dema vê civînê de li kêleka cihê ku civîn lê pêk dihat, yek ji mezintirîn karesatên li hemberî hawirdorê pêk dihat.

Daristanên Amazonê ne tenê ji bo Brezîlye û parzemînên Amerîkayê, ji bo hemû Cîhanê weke “pişik” tê zanîn. Lê her sal bi qasî 2 milyon hektar dar têne birîn. Dewlet daristanan dibire û erdê vê diguherîne cihê çandiyên û dide şîrketên mezin. Ji ber wê jî protestoya xwecihên Brezîlyeyî yên li derdora Çemê Xinguyê mohra xwe li vê konferansê xistin.

Hêviyek mezin ji konferansa sê rojan ajot dihat kirin, lê çare ji xwecihên Amazonî re nehate dîtin. Ji rêveberên NY’yê Sha Zukang konferansê bi rê ve bir. Zukang got ku encamên konferansê tu kesekê têr nake. Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî Moon di daxuyaniya piştî konferansê de da de diyar kir ku gelek aliyên vê belgeyê yên erênî hene. Lê bi ya pisporan pêkanîna van biryaran pir zor û "Çareserî beriya zayînê dimire".

BIRYARÊN PRATÎK TUNE, BEDEWARÎ ZÊDE YE

Aliyê belavoka bi sernava ““Ya em Em Dixwazin dê Bê”, ya ji 53 rûpelan pêk tê, tê rexnekirin, ew e ku ji pêngavên pratîk zêdetir, bendewarî hene. Dîrektorê Greenpeace Kum Naidoo belavokê rexne kir û got:

"Bi rastî qala cîhanek a mirovan nehat kirin, qala daxwazên nunerên hikûmetên cîhanê hatin kirin. Tişta ku dikeve ser milê me ew e ku divê em ji niha û pêve bi awayeke xurtir xwepêşandanên mezintir ên protestoyî li dar bixin û nehêlin hikûmet xwe bigihînin dahatûyeke wiha. Bi ya min em encex dikarin bi vî awayî dahatûya xwe rizgar bikin.”

Rêveberek din ê Greanpeace Martin Kaiser rexne kir ku rêberên cîhanê bi qasî krîza aborî girîngî nadin ser ekolojiyê û got; “Ev civîna bilind ji rastiya pir û pir dûr e.” Her wiha tê rexnekirin ku biryarên li hemberî pirsgirêkên sereke yên cîhanê yên weke birçîbûn, germahiya gerdûnî û beyar û çolbûn, ne di asta neçarkirinê de ne.

HÊZA VENIHÊRTINÊ YA NY’YÊ TUNE

Li gorî çavdêrên navneteweyî, hêza NY ji bo parastina cîhanê ji karesatên xwezayî û bi taybet jî germahiya global têr nake. Ji saziya hizrêneran a Frensî IDDRi Laurence Tubiana diyar kir ku divê NY beriya her tiştê biryarek wisa bgire ku di asta neçarkirina hikûmetan de be û li her derê bê pêkanîn.

Ji Zanîngeha Columbia Jeffrey diyar kir ku divê Cîhan radestê dîplomatan neyê kirin û got ku divê Cîhaneke nû bê birêxistinkirin. Li hemberî van hemû rexneyan, nunera konferansê ya DYA Wezîra Derve ya DYA Hillary Clinton îdîa kir ku ev biryar ji bo berdewamkirina geşedanên cîhanê pêngaveke mezin e. Serokkomara Brezîlya Dilma Rousseff jî ji bo belavokê got; “Xala destpêkirina li ser rêya rast.”