Ji bo herdu birayên HRK'yî merasîma bi heybet

Ji bo herdu birayên HRK'yî merasîma bi heybet

Li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê ji bo du birayên gerîlayên HRK'ê Egîd û Têkoşer merasîmeke leşkerî eskerî ya bi heybet hate li darxistin.

Hêzên cerdevan yên irêdayî Rejîma Îslamî ya Îranê, 21’ê Tebaxê li gûndê Maraxanî ya ser bi Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, operasyon li hember gerîlayên Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) da destpêkirin. Di encamê de du gerîlayên HRK’ê Ramed Zûdî û Silêman Zûdî li gel cerdevanan dikevin pevçûnê. Di encamê de 7 cerdevan tên kuştin û gelek birîndarên rejîma Îranê çê dibin. Gerîlayên HRK’ê Ramed Zudî (Çekdar Helo) û Silêman Zudî (Sîpan Xerîp)  di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe ji dest didin.

PJAK û HRK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi boneya şahadeta herdu gerîlayên xwe merasîmeke leşkerî li darxistin.

Bi navê Meclîsa PJAK’ê Azad Awraz axivî û sonda bilindkirina tekoşînê di rêya herdu birayan û hemû cangoriyên Kurdistanê da. Awraz got  “Du birayên têkoşer û qehreman di sala 2010’an de beşdarî nava refên partiya me bûn. Sîpan û Çekdar di têkoşîna azadiyê de kêliyekê jî dudilî nejî û bi dildariyeke mezin di xeta Rêber APO de têkoşîneke bimînak raber kirin”. 

Awraz bi berdewamî weha peyivî: "heval Çekdar û Sîpan di berxwedana Qendîlê ya li dijî hêzên dagirker ên rejîma Îslamî ya Îranê de li girê Casûsan bi wêrekiyeke destanwarî şer kirin û li berxwedan. Di berxwedana Qendîlê de dîsa herdu bira bi hevre birîndarbûbûn. Lê, ev birîndarî qet bandor li ser manewiyata herduyan nekir, berevajî wê ya di têkoşîna azadiya Rojhilatê Kurdistanê de bi isrartir kir. Divê em weke milîtanên PJAK û HRK’ê ala têkoşînê ya van şehîdan berztir bikin û têkoşîneke dijwar li dijî hêzên dagirker ên rejîma Îslamî ya Îranê bidin meşandin”.

Di merasîmê de malbata herdu birayan jî amade bû û bav herdu birayên Zûdî hêrsa xwe  ya li hember hêzên dagiker bi van gotinan anî zimanr; “ Ez bavê sê şehîdanim. Niha jî amademe ku bi hemû hêza xwe di rêya van şehîdan de bimeşim û tola van şehîdan hilînim. Ew ne kurê min tenê ne kurê hemû gelê Kurdin”. 

Ji bo herdu birayan wê li Şaredariya Binarê Qendîlê ji aliyê PJAK û malbata şehîd ve serdanên sersaxiyê bêne qebulkirin. Wê serdanên sersaxiyê sê rojan berdewam bike.