'Ji bo hesabê ji kiryaran nepirsin, gotin di destê wî de bombe teqiya'

'Ji bo hesabê ji kiryaran nepirsin, gotin di destê wî de bombe teqiya'

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî têkildarî rapora destpêkê ya otopsiyê ya Şahîn Oner yê ku di çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê de li Amedê di encama wesayîta zirxî ya polîsên lê da û jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û diyar kir ku, ji bo hesabê ji kiryaran nepirsin daxuyaniyên di destê Oner de bombeya deng teqiya hatin dayîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî têkildarî rapora destpêkê ya otopsiya Şahîn Oner ê ku di 10'ê Sibatê de dema komek ciwan li taxa Şehîdlîkê ya navçeya Yenişehîrê ya Amedê xwestin 15'ê Sibatê şermezar bike polîsan bi maşîna zirxî ya akper lêda û jiyana xwe ji dest da civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku, nûçeyên hinek saziyên çapemeniyê de derketin û daxuyaniya Waliyê Amedê Mustafa Toprak ên di encama bombeya dest di destê Oner de teqiya û jiyana xwe ji destan, ji bo hesaba ji kiryaran neyê pirsîn hatin dayîn û wiha got: "Ji bo hesab ji kiryaran neyê pirsîn gotin di destê wî de bombeya deng teqiya." Bîlîcî bang li rayedaran kir ku li pişt kesên cînayet pêk anîn nerawestin û hesabê bi pirsin.

'WALÎ JI GEL RE XIMZETÊ DIKA AN JÎ POLÎSAN RE DIKE'

Prz. Serdar Çelebî jî daxuyaniyên walî yên di şeva bûyerê de dayîn bi bîrxistin û wiha got: "Gelo peywirdariya waliyekî çî ye? Parastina polîsane? Çima daxuyaniya dozger bike walî dike? Ev li hemberî dadê mudaxeleye. Mudaxeleya walîtiyê sûce. Bûyer çawa pêk hat neçû dozgeriyê." Çelebî diyar kir ku, dema Oner birîndarbû şopa tiliyên wî hate girtin û wiha axivî: "Gelo ev mantiqekî çawa ye?" Çelebî anî ziman ku, ger hêjan wisan nêz bibin dê mirin bidomin.

'DAXUYANIYÊN WALÎ, DIXTOR Û DOZGERIYÊ BI BANDOR DIKE'

Serokê Odeya Tabîban ê Amedê Kemal Karadaş, bal kişand ser rapora otopsiyê û diyar kir ku, di raporê de Oner ji ber xwînbûna pişîkê jiyana xwe ji dest da. Karadaş anî ziman ku, êdî Waliyê Amedê Mustafa Toprak hatiye asta nikare li vî bajarî walitiyê bike û wiha got: "Divê êdî ev walî li vir walîtiyê neke."

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Prz. Muhterem Suren jî diyar kir ku, daxuyaniyên Walî; doktor û dozgeran bi bandor dike.