Tevî Wezîrê Entegrasyonê yê Erik Ullenhag, sê rayedarên Partiya Gel a lîberal a hevkara hikûmetê bang li hikûmeta Swêdê kirin ku polîtîkayek nermtir li hemberî penbaran pêk bîne. Rayedaran ji hikûmetê xwestin ‘Qanûna biyaniyan” ji nû ve sererast bikin, da ku penaberên têne dersînorkirin bi îşkenceyan re rû bi rû nemînin.
Konseya Ewropa û NY’yê gelek caran hikûmeta Swêdê ji ber polîtîkayên wê yên li hemberî penaberan rexne kiribûn û xwestibûn ji bo mafê penabertiyê polîtîkayek nermtir xwestibûn.
Wezîrê Entergrasyonê Ullenhag ragihand ku Komîseriya Bilinda Penaberan a NY’yê (UNHCR) Swêdê ji 19 dozan neheq dîtiye û got; “Em mirovên di nava azadî û aşitiyê de ji dayîk dibin û mezin dibin dive em himbêza xwe ji bo kesên ji ber şer û pevçûnan direvin vebikin.”