‘Ji bo hilanîna tola jin û zarokên me tevlî hevalan bibin’

‘Ji bo hilanîna tola jin û zarokên me tevlî hevalan bibin’

Naîma Xelîl (Leyal Şengalî) ya piştî dagirkirina gundê Dîgor ê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, mîna gelek jin û mêrên Êzidî rahişt çekê, ji nav refên YJA STAR'ê bang li jin û ciwanên Êzidî kir û got, "Li cem hevalan cih bigirin û şer bikin. Hûn jî tevlî şoreşê bibin. Ji bo welatê xwe, ji bo xaka xwe, ji bo Şengalê, ji bo hilandîna tola jin û zarokên me tevlî hevalan bibin."

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku hetin nava Şengalê, jin, zarok, ciwan, îxtiyar bi sedan Kurdên Êzidî qetil kirin û ji ber êrîşa çeteyan bi deh hezaran kesî jî bi tî birçî xwe li çiyayê Şengalê girtibûn. Êzidî, bi korîdora ewlekariyê ya ji aliyê PKK û YPG'yiyan ve hat vekirin, bi awayekî ewle derbasî Rojava û Bakurê Kurdistanê bûn. Naîme Xelîl (Leyla Şengalî) ya li gundê Dîgor ê Şengalê ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû, da xuyakirin ku piştî ew hat Bakurê Kurdistanê wê li jin û zarokên Êzidî yên dîl ketine destê çeteyan fikiriye, ji bo parastina xaka Kurdistanê û namûsa jinên Êzidî biryar daye tevlî refên YJA STAR'ê bibe. Naîma Xelef li nav refên YJA STAR'ê navê Leyla Şengalî li xwe kir û got, "Ez jineke Êzidî me. Ji bo Şengalê û xaka welatê xwe biparêzim, ji bo jin û zarokên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî ne rizgar bike, hatim nava hevalan."

Leyla Şengalî da xuyakirin ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û gundên wan de ew bi tenê hatine hiştin û destnîşan kir ku Êzidî ji aliyê HPG, YPG û YPJ'ê ve hatine rizgarkirin.

Leyla Şengalî bang li jin û ciwanên Êzidî kir û got, "Bila werin li cem hevalan, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin. Di şûna ku em li kampan bicih bibin û av û xwarinê ji hevalan bixwzin, hûn jî werin li cem hevalan şer bikin, tevlî şoreşê bibin, ji bo xaka xwe, ji bo Şengalê, ji bo hilanîna tola jin û zarokên me tevlî hevalan bibin. Hemû jinên Êzidî dikarin şer bikin, bila mêr jî weke Qasim Şeşo û Heyder Şeşo tevlî şer bibin."