Ji bo Kongreya Neteweyî navnîşanên pêwendiyê
Ji bo Kongreya Neteweyî navnîşanên pêwendiyê
Ji bo Kongreya Neteweyî navnîşanên pêwendiyê
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji bo gelê Kurd karibe der barê rêveçûna amadekariyên kongreyê de agahiyan werbigire, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bike, navnîşana înternetê û nûmareya telefonê parve kir.
Bi nêzîkbûna lidarketina 1. Kongreya Neteweyî ya Kurd re, xebatên amadekariyê jî bi lez dewam dikin.
Amadekariyên kongreyê di çarçoveya Lîjneya Prensîpên Hevbeş, Lîjneya Siyasî, Lîjneya Civaka Azad, Lîjneya Çand, Ziman, Huner û Rewşengerî, Lîjneya Aborî û Jîngehê, Lîjneya Mafê Parastina Rewa, Lîjneya Ragihandin û Lîjneya Modela Kongreyê ve tê meşandin.
Komîteya Amadekar a Kongreyê, ji bilî van amadekariyan her weha derfet afirandin ku gel karibe xwe bigihîne wan û nerîn û pêşniyarên xwe bi wan re parve bikin.
Di vê çarçoveyê de komîteyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi rêya navnîşana înternetê ya https://www.facebook.com/knk.peywendi?fref=ts der heqê amadekariyên kongreyê de agahî dikarin werin girtin.
Komîteya Amadekar her weha da xuyakirin ku bi rêya E-Mail: [email protected] û hejmara telefona 00964/ (0) 750 691 0199 her kes dikare xwe bigihînin wan û hem nêrîn hem jî pêşniyarên xwe ji bo kongreyê pêşkêş bikin.