Ji bo Kongreya Neteweyî wê Tirkiye û Îranê jî bên vexwendin

Ji bo Kongreya Neteweyî wê Tirkiye û Îranê jî bên vexwendin

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd da xuyakirin ku di kongreyê de wê peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Lîderê YNK'ê Celal Talabanî werin xwendin. Komîteyê ragihand ku wê welatên Tirkiye û Îran jî ji bo kongreyê bên vexwendin.

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, encamên civîna xwe ya nêzî mehekê dimeşand, bi civîneke çapemeniyê li raya giştî belav kir. Endamên Sekreterya Komîteya Amadekar Ronahî Serhat, Sadî Pîra û Kemal Kerkukî di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de ragihandin ku kongre wê di 15-16-17'ê Îlonê de pêk were. Hat ragihandin ku 600 kes wê weke delege û 300 kes jî weke mêvan beşdarî kongreyê bibin.

OCALAN Û TALABANÎ PEYAM ŞANDIN

Endamên Sekreterya Komîteya Amadekar, li dû eşkerekirina metna hevpar a çapemeniyê, bersiv dan pirsên rojnamevanan û pirsa destpêkê li ser rewşa yek ji mîmarê Kongreya Neteweyî ya Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Lîderê YNK'ê Celal Talabanî bû. Endamê Komîteya Amadekar Nûnerê YNK'ê Sadî Pîra da xuyakirin ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Talabanî nikare tevlî kongreyê bibe, lê belê wê peyamekê ji kongreyê re bişîne. Endamê Komîteya Amadekar Nûnerê PDK'ê Kemal Kerkukî der heqê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandineke kurt kir û got, "Em naxwazin Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî li girtîgehê bên ragirtin. Ev rewş di komîsyona siyasî de hat nirxandin. Birêz Ocalan lîderekî girîng ê Kurdan e û mafê me yê xwezayî ye ku em azadiya wî bixwazin." Der barê mijarê de Endama Komîteya Amadekar Nûnera KCK'ê Ronahî Serhat daxuyaniyeke berfireh da û got, "Azadiya Rêber Apo gelek kes dixwazin û ji bo vê bi milyonan îmze hatine komkirin. Ev mijar di pêşnûmebiryarên komîsyona siyasî de hat nirxandin. Lê Serok Apo girtiyekî siyasî yê ji rêzê nîne. Pozîsyoneke xwe ya stratejîk heye. Ji ber vê yekê jî wê di pêşnûmebiryarên komîsyona siyasî de, bi taybetî were destnîşankirin. Serok Apo wê ji bo kongreyê jî peyamekê bişîne."

WÊ JI HIKÛMETÊN TIRK Û ÎRANÊ RE VEXWENDÎNAME BÊN ŞANDIN

Sadî Pîra da xuyakirin ku wan ji bo mêvanan lîsteke ji 300 kesan amade kirine û diyar kir ku ewê bi awayekî fermî vexwendînameyê ji hikûmetê Tirkiye û Îranê re bişînin. Li ser pirseke ku Îranê xwestiye kongre bê taloqkirin Pîra ev bersiv da: "Me ji dewleta Îranê peyamek an jî daxuyaniyeke sergirtî ya di vê mijarê de ne bihîstine. Nûnerê wan jî li vir e. Me ji wî jî tiştekî bi vî rengî ne bihîstin. Nêrîn û axaftinên bi vî rengî qet ne rast in. Ti pêwendiya xwe bi rastiyê re tineye."

JI BO MAYÎNDE BIBE WÊ NAVGÎN BÊN AVAKIRIN

Serhat bersiv da pirsên li ser modêl û serokatiya kongreyê û got, "Kongre wê nebe xwedî serokekî. Ji bo kongre mayînde bibe û hebûna xwe dewam bike, em hewl didin navgînên pêwîst ava bikin. Der barê rê û rêbazên vê de jî gotûbêj dewam dikin. Ev navgîn wê bibe meclîs an bibe konsey, ne diyar e. Ev mijar wê di kongreyê de zelal bibe."

Kemal Kerkukî ragihand ku wan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd nîşaneyek tespît kirine lê ji ber sedemên teknîkî vê gavê nikarin nîşan bidin û anî ziman ku dirûşmên kongreyê jî zelal bûne, lê ev dirûşm wê di dema kongreyê de bên eşkerekirin. Serhat der barê dirûşman de çarçoveyek giştî destnîşan kir û got, "Bila dirûşmên kongreyê weke suprîz bimîne. Lê bi awayekî giştî mirov dikare bêje; Dirûşm wê xwedî naverok û mesajên ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd, azadiya jinê, şehîdên Kurdistanê, daxwaza jiyana hevpar a bi gelên din re, aştî û demokrasiyê bin."

'MAFÊ ME YÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE HEYE'

Kerkukî li ser mijara mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurd de destnîşan kir ku di vê mijarê de di Komîteya Amadekar de bi ti awayî nêrînên cûda derneketiye holê û got, "Em Kurd li erd û cografyayeke bi navê Kurdistanê dijîn. Û em gelekin, em neteweyekin. Weke her gel û neteweyî, mafê me jî heye çarenûsa xwe diyar bikin. Lê em li vê cografyayê bi gelên cûda re dijîn. Ji ber vê yekê em dixwazin li gel wan di nava aştî û demokrasiyê de bijîn."

'HEYETA ROJAVA HEYETA PIŞTGIRIYA BI GELÊ ROJAVA RE YE'

Serhat der heqê heyeta li ser navê Komîteya Amadekar çûye Rojavayê Kurdistanê de agahî da û diyar kir ku heyet wê 3-4 rojan li Rojava lêkolînên pêwîst bike û piştî vegeriya wê raporê amade bike û pêşkêşî wan bike. Serhat ragihand ku piştî heyet vegeriya, ewê daxuyaniyekê bidin. Serhat der barê kar û barên heyetê de got, "Mîna ku di hin navgînên çapemeniyê de hatin ragihandin, karê heyetê ne lêkolînkirina hebûn a tinebûna komjiya li Rojava ye. Karê heyetê lêkolînkirina pirsgirêkên li Rojava ye, piştgirîdayîna gelê Rojava ye."