'Ji bo ku alîkarî bigihîjin Efrîn û Kobanê bila hewldan bêne zêdekirin'
'Ji bo ku alîkarî bigihîjin Efrîn û Kobanê bila hewldan bêne zêdekirin'
'Ji bo ku alîkarî bigihîjin Efrîn û Kobanê bila hewldan bêne zêdekirin'
Endama Komîteya Xizmetê ya Desteya Bilind Remziye Mehemed, destnîşan kir ku alîkariyên ji derve tên şandin hêdî hêdî digihîjin Rojavayê Kurdistanê, lê ji ber pirsgirêkên ewlekariyê ev alîkarî nagihîjin herêmên Efrîn û Kobanê. Remziye Mehemed, got ku li ser rêya van herdu bajaran komên çete hene, loma alîkarî bi hêsanî nagihîjin û bi taybetî ji saziyên li Bakûrê Kurdistanê yên kampanya dane destpêkirin, xwest ku pêkutiyê bidin ser dewletê da ku alîkarî di wî alî de jî bêne şandin.
Alîkariyên ku li perçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê sazî, dezger û partiyên siyasî ve hatine destpêkirin, hêdî hêdî digihîjin herêma cihê xwe. Alîkariyên ku tên, ji aliyê Komiteya Xizmetê ya Desteya Bilind ve teslîm têne girtin û li gorî pêdiviyan li bajaran têne belavkirin. Lê ev alîkarî heta niha tenê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatine belavkirin. Ji ber ku bajarên Efrîn û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê ji herêma Cizîrê hatine qutkirin û di navbera van hersê herêman de axa ereban heye, her wiha li ser van riyan jî komên çete hene, alîkarî bi hêsanî derbasî van herdu bajaran nabin. Li ser riya Kobanê û Efrînê komên çete gelek caran rê digirin, malên gel talan dikin û des di deynin ser wesayîtên mazot û tiştên din, lewre jî, alîkarî gelek bi zehmet derbas dibe.
Saziyên Rojavayê Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di nava hewldanan de ne û dixwazin alîkariyê bigihîjinin Efrîn û Kobanî. Yek ji van saziyan jî Komîteya Xizmetê ya Desteya Bilind e. Alîkariyên tên bi riya vê komîteyê têne belavkirin, lewre hewldanên wan jî zêde bûne. Endama Komîteyê Remziye Mehemed, hem derbarê xebatên xwe de, hem jî alîkariyên heta niha hatine de agahî dan ANF’ê. Her wiha bangek Remziye Mehemed ji bo saziyên bakûr ên alîkarî dane destpêkirin heye.
‘JI GELEK DEVERAN ALÎKARÎ TÊN’
Remziye Mehemet, da zanîn ku heta niha ji saziyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê, Kampa Penaberan a Rustem Cudî (Mexmur), her wiha ji Bakûrê Kurdistanê hatine alîkarî gihîştine herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê. Mehemed, destnîşan kir ku ev alîkarî, ji aliyê komîteya wan ve teslîm têne girtin û wiha dom kir: “Em tiştên ku hatine xdestpêkê kategorîze dikin û lîsteya wan derdixînin.”
LI GORÎ LÎSTEYAN LI BAJARAN Û KOÇBERAN BELAV DIKIN
Remziye Mehemed, anî ziman ku piştî dabeşkirina tiştên hatine, wana li gorî lîsteyên welatiyên feqîr ku malên gel û meclîsan amade kirine têne belavkirin. Mehemed, got ku van alîkariyan dîsa bi alîkariya malên gel li bajaran belav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji van alîkariyan destpêkê em beşekê dişînin Serêkaniyê û welatiyên ku ji wir koç kirine. Ji ber ku li wir şer heye û şêniyên bajêr di şertên zehmet de dijîn em alîkariyê destpêkê dişînin wir. Her wiha em welatiyên ku ji bajarên wekî Şam, Heleb, Dêra Zor, Serêkaniyê koç kirine û li bajarên wekî Qamişlo, Dêrik, Amudê, Dirbêsiyê bicîh bûne di rêza destpêkê yên ku dê alîkarî li wan bê belavkirin digirin. Heta niha ev alîkarî li Dêrikê, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir hatine belavkirin.
‘ŞANDINA KOBANÊ Û EFRÎNÊ GELEK ZOR E’
Endama Komîteya Xizmetan Remziye Mehemed, diyar kir ku ji bilî herêma Cizîrê ew dixwazin ku alîkariyan bişînin herêmên Efrîn û Kobanê jî, lê ji ber pirsgirêkên ewlekariyê gelek pirsgirêk derdikevin û ev pirsgirêk jî wiha rave kirin: “Heta niha qismek alîkariya mazotê me şand Kobanê, lê piştre ji ber pirsgirêka ewlekariyê êdî me nekarî bişînin. Li ser riya Kobanê û Efrînê li hinek cihên ereban ku di destê komên çete de ne, pirsgirêk derdikevin. Ev kom welatiyan digirin, malên wan desteser dikin, kamyonên wan ji wan distînin. Yên ku ji aliyê Rakka û Helebê tên jî rastî van astengiyan tên. Lewre alîkariyên ku em dixwazin bişînin Efrîn û Kobanê ji ber vê sedemê em nikarin bişînin. Heta niha alîkariyek ku me şandiye wî alî nehatiye desteserkirin, ji ber ku dema em dixwazin bişînin, em rêyan kontrol dikin.”
JI BO SAZIYÊN BAKÛR BANGA HEWLDANAN
Remziye Mehemed, diyar kir ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ew niha di nava hewldanan de ne, lê divê saziyên ku alîkariyê dikin jî di vî warî de xebatên xwe zêde bikin û wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de em bi taybetî ji sazî û partiyên ku li Bakûrê Kurdistanê û Ewropayê alîkarî dane destpêkirin dixwazin ku alîkariyên xwe di aliyê Efrîn û Kobanê de bişînin.”
‘DIKARIN DERIYÊ SÎNOR Ê KIRIKHANÊ BIDIN VEKIRIN’
Remziye Mehemed, da zanîn ku di navbera navçeya Kirikhan a Hatayê û bajaroka Hemam a Efrînê de deriyê sînor ê ku hatiye girtin heye, lê ger ku bi taybetî saziyên bakûr bikevin nava hewldanan û pêkutiyan bidin ser hikûmetê, dibe ku li vir jî derî bê vekirin. Ev ji bo me jî baş e û zehmetiya ku em dikişînin dê hinekê kêm bibe.”
Mehemed, got ku heta niha alîkariyên wekî ard, şekir, birinc, şîrê zarokan û pêdiviyên din ên jiyanê hatine. Lê dema rewşa koçberiyê li ber çavan digirin, ev pêdivî zêdetir dibin û wiha dom kir: “Belkî pêdiviya herêma Cizîrê zêde pê nebe, lê piştî ku ji herêmên şer gelek koçberî ji bo vê herêmê çêbû, pêdivî zêde bûn.”
Remziye Mehemed, bibîr xist ku niha zêdetirîn pêdivî bi dermanan, bi taybetî dermanên nexweşiyên domdar, şîrê zarokan û hwd. heye.