Ji bo Lokman Bedîrhanoglû merasîma sersaxiyê

Ji bo Lokman Bedîrhanoglû merasîma sersaxiyê

Ji bo gerîlayê ARGK'ê Lokman Bedîrhanoglû (Çekdar Şaxê) yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 12'ê Mijdara sala 1999'an de di encama hawanan de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Şirnex Cizîrê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Ji bo gerîlayê ARGK'ê Lokman Bedîrhanoglû (Çekdar Şaxê) kurê Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhangolû yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 12'ê Mijdara sala 1999'an de di encama hawanan de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Şirnex Cizîrê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Di merasîma sersaxiyê ya li Mala Gel û Sersaxiyê ya Şaredariyê de li gel girseya gel rêveberên BDP'ê yên navçeya Cizîrê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Li mala sersaxiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Mahsûm Korkmaz, alên PKK û HPG'ê û wêneyên Lokman Bedîrhanoglû hatin daliqandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, dûa hatin kirin. Şaredarê Colemêgê Fadil Bedîrhanoglû li vê derê peyivî û diyar kir ku kesên di vê rê de gihaştine şehadetê ne tenê 'şehîdê' kesan e, 'şehîdê Kurdistanê' ne.

Bedîrhanoglû di dewama axaftina xwe de got, "Hin kesên wan nas nakin, di fêmnekirina vê têkoşînê de israr dikin. Lê belê armanca destpêkirina vê têkoşînê, bidawîkirina zilma sed salan e. Ji ber vê yekê zarokên vî gelî çek hildane û berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Kevirên ku îro zarokên biçûk li kolanan diavêjin polîsan, ne ji bo zerardayînê ne. Bi wê armancê nayên avêtin. Mirov dema diçin hecê kevir diavêjin şeytên, ev jî heman tişt e...Zarokên Kurd îro keviran diavêjin zilmdaran."