Dadgeha Cezaya Navnetewî (DCN) li siyasetmedarên berê yên Kongoyî û rêberê eşîra Hema Tomas Lubanga ji ber sûcên şer 14 sal ceza birî.
Lubanga berê jî ji aliyê heman dadgehê ve ji ber sûcên ku zarokên di bin 15’yî de wekî leşker bi kar anîbû rastî 15 ceza hatibû. Lubanga yê ku dozger der barê wî de 30 sal ceza dixwaze, yekemîn kesê ku ji aliyê Dadgeha Cezaya Navnetewî ku li sûcên şer dinêre hatiye cezakirin.
Lubanga diyar dike ku ew bê sûc e û îdîa kir ku ew bûye qurbana derewan.
Bûyerên ku Lubanga jê tê sûcdarkirin di navbera 2002-2003’an de li Iturî qewimî. Di şerê navxweyî yê ku li herêma bakurê rojhilatê Kongoyê pêk hat de 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Rêberê eşîra Hema Lubanga, li dijî eşîra Lendu şerê desthilatdariyê dimeşand. Lubanga di sala 2006’an de ji ber sûcên şer teslîm Dadgeha Ceza ya Navnetewî hate kirin.
Serokê dadgehê Sîr Adrîan Fulford diyar kir ku zarokên civaka navnetewî di şer de wekî leşker tên bikaranîn û bi got divê ew bê qedexekirin û got zarok rastî şîdeta fîzkî û travmayan tên.