Ji bo M. Reşît û Veysel Îşbîlîr mewlûd hat dayîn
Ji bo M. Reşît û Veysel Îşbîlîr mewlûd hat dayîn
Ji bo M. Reşît û Veysel Îşbîlîr mewlûd hat dayîn
Li navçeya Colemêrg Geverê, ji bo Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên bi fîşeka polîsan hatin qetilkirin, mewlûd hat dayîn. Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan li mewlûdê peyivî û got, "Berê em dihatin revandin û dihatin kuştin, lê niha em bi awayekî vekirî û li pêş çavan tên kuştin."
Li navçeya Colemêrg Geverê, ji bo Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên di 6'ê Kanûnê de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, li Parka Mûsa Anter a li taxa Kişlayê MEYADER'ê konê 'Li dijî komkujiyên sivîl konê berxwedana demokratîk' veda û mewlûd da. Li kon alên PKK, KCK, pankartên bi nivîsa 'Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz", "Em ji şerê gel ê şoreşger re amade ne" wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr hatin daliqandin.
Li mewlûdê Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Abîdîn Enîş, Şaredarê Pasûrê Mehmet Nesîm Şîmşek, Şaredarê Geverê Ercan Bora, namzeta Şaredariya Geverê Rûken Yetîşkîn, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Geverê, rêveberên BDP'ê, TUHAD-FED, KURDÎ-DER, Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê, malbata Îşbîlîr û gelek welatî amade bûn.
Li dû xwendina mewlûdê Esat Canan peyivî û got, "Bila her kes vê baş bizanibe, gelê Kurd dê hîn bêtir bi pêş ve biçe, dê ji têkoşîna xwe venegere. Eger ji niha û pê ve berdêl hewce be, ev gel amade ye wî berdêlî bide. Gelê Kurd biryara xwe daye. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî zilm û tasfiyeya dewletê li ber xwe bide. Ev mirovên berî çar rojan li Geverê şehîd ketin, ji aliyê destên tarî yên dewletê ve hatine qetilkirin. Berî 10 salan mirovên me dihatin revandin û dihatin qetilkirin, niha jî bi awayekî zelal û li pêş çavan tên qetilkirin. Divê em bibe gelekî yekpare ku li dijî vî destê tarî yê dewletê têdikoşe. Divê em hişyar bin, celatan careke din dest bi komkujiyên berê yên li hemberî Kurdan kirine. Emê bi hevkariya xwe re van destên tarî têk bibin."
Li dû axaftinan, ji beşdarên mewlûdê re xwarin hat dayîn.