Ji bo Medenî Yildirim mewlûd

Ji bo Medenî Yildirim mewlûd

Li gundê Hezana Licê, ji bo Medenî Yildirim ê di çalakiya şermezarkirinê ya çêkirina qereqolê de ji aliyê leşkeran hatibû qetilkirin, mewlûd hat dayîn.

Di 28'ê Hezîranê, li gundê Hezana Licê, bi girseyî çêkirina qereqolê hat şermezarkirin, leşkeran girse gulebaran kir û di encamê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim hat qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Ji aliyê MEYA-DER û malbata Yildirim li Salona Dawetê ya Kent ji bo Medenî Yildirim mewlûd hat dayîn. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amedê, TUHAD-DER, DÎAY-DER û Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Baglarê, Rêveberên Tum Bel-Sen û gelek kes tevlî mewlûdê bûn.

Di salonê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK'ê û wêneyên Medenî Yildirim hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê, Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz axivî û wiha got: "Yildirim yekemîn şehîdê Pêvajoya Çareseriya Demokratîk e. Ji bo rêhevalê me yê ciwan gelek tiştên bê gotin heye, lê belê tu gotin wan şûnve nayine. Em ê têkoşîna wan bidomînin."

Parlamenter Nursel Aydogan di axaftina xwe de Medenî Yildirim bi bîr anî, bal kişand ser rewşa Rojava û wiha got: "Heta li Rojava Kurd mafên xwe bi dest nexin, gelê Kurd mafê xwe bi dest naxe. Li Rojava şer û pevçûn berdewam bike Kurdên li vir nikarin behsa aştiyê bikin. Gelê Kurd her dem piştgiriyê dide Rojava." Her wiha dayika Yildirim, Fahriyê Yildirim bi bîr xist ku kurê wê di çalakiya şermezarkirinê ya çêkirina qereqolê de ji aliyê leşkeran hat qetilkirin û wiha got: "Kurê min şehidê azadiyê ye. Min êşa ewlad kişand, bila kesekî din nekişîne."

Mewlûd piştî xwarinê bi dawî bû.