Ji bo meşa Rojava banga tevlîbûnê

Ji bo meşa Rojava banga tevlîbûnê

Li navçeya Gimgima Mûşê jin ji bo êrîşên çeteyan şermezar bikin û piştgiriyê bidin Rojava, dê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de meşek pêk bînin.

Di derbarê meşê de jinan li BDP'a Gimgimê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê jinan endamê Meclisa Jinan a BDP'a Gimgimê Nurşen Ayçîçek daxuyanî da û diyar kir ku, hêzên modernîteya demokratîk û hêzên statûperest ên li herêmê dixwazin Şoreşa Rojava têk bibib û kurdan tune bikin. Ayçîçek da zanîn ku, çeteyên El Nursa ku girêdayê El Qaîdeyê ye êrîşî jina û zarokan dikin û wiha got: "Van çeteyan êrîşî gelê me dikin û sûcê mirovahiyê dikin. armanca wan ew e ku nîjada kurdan ji holê rakin. Ji bo ku van êrîşan şermezar bikin, em dê hemû jin derkevin qadan. Ji bo ku em van çeteyan nelet bikin, kesên ku ji xwere dibêjin em mislimanin bila berxwedanê bilind bikin. Em hemû kesê dawetê meşa ku îro di demjimêr 14.00'an pêk bê dikin." Dê jin sibê li ber avahiya BDP'a navçeyê werin gel hev û heta Îş Hana Şaredariyê bimeşin.