Ji bo mîhrîcana Çirav Sêrt hatiye dorpêçkirin
Ji bo mîhrîcana Çirav Sêrt hatiye dorpêçkirin
Ji bo mîhrîcana Çirav Sêrt hatiye dorpêçkirin
Beriya pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya wê li Dihê (Erûh) bê pîrozkirin ji Elezîz, Batman, Amed, Mêrdîn gelek polîs û maşîneyên zirxî veguhestine Sêrtê û bajêr hatiye dorpêçkirin. Gelek kesên ku ji bo çûna Dihê ketine rê li navenda bajêr mahsûr mane.
Beriya Mîhrîcana Çirav a Xweza û Çandê ya ji aliyê Şaredariya Dihê wê îsal a 5’emîn dê were lidarxistin. Sêrt ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Ji navendên wek Elezîz, Batman, Amed û Mêrdînê ku veguhestina maşîneyên zirxî û polîsan pêk tê, ketin û derketina Sêrtê tê astengkirin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, ajokarên ku di navbera navçeyan de rêwiyan dibin û tînin hatine tehdîtkirin ku eger rêwiyan bibin Dihê wê 3 hezar TL cezayê pereyan ji wan re bibirin.
Di ketin û derketina Sêrtê de polîsan nuqteyên kontrolê ava kirine, maşîneyan radiwestînin û kontrola nasnameyan dikin. Hîn jî ketin û derketina Sêrtê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û gel di bajêr de mahsûr maye.