Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya li Amedê banga tevlîbûnê

Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya li Amedê banga tevlîbûnê

Şaxê ÎHD'ê ya Amedê û Diyar TUHAD-DER, ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kirin.

Komeleya Mafên Mirovan şaxê Amedê, ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku bi dirûşma "Bi coşa Newrozê ber bi aştiyekî bi rûmet ve dimeşe, em şoreşa Rojava silav dikin” tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
 
Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî di civîna çapemeniyê ya li avahiya komeleyê de bang li hemû gelan kir ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin kolanan û ji bo aştiyê biqîrin. 

Bilicî da xuyakirin ku ji bo piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk ewê daketin qadan û got, "Di pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî da, KCK'ê di vê çarçoveyê agirbest îlan kir û hêzên gerîla dest bi vekişîna derveyî sînor kirin. Ev yek bû sedem ku atmosfereke aştiyane biafire."

Bilicî diyar kir ku ku bi wesîleya pêvajoya çareseriyê, ewê 1'ê Îlonê bi coşeke mezin pîroz bikin û got, "Di serî de gelê Amedê, em herkesî dawetî "Mîtînga Aştiyê" ya 1'ê Îlonê li qada Stasyonê dikin."