Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Wanê bangawaziya tevlîbûnê
Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Wanê bangawaziya tevlîbûnê
Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Wanê bangawaziya tevlîbûnê
Rêxistina HDP'ê ya Wanê, ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga tevlîbûna girseyî kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku di 1'ê Îlonê de li Wanê mîtîng bê lidarxistin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidarxist. Di civîna ku hat lidarxistin de Hevseroka HDP'a Wanê Esen Gunay axivî.
Gunay da zanîn ku ew ê di mîtînga 1'ê Îlonê de hesreta xwe ya ji bo aştî û çareseriyê biqîrin. Gunay destnîşan kir ku ji bo Tirkiyeke demokratîk û aştiyeke mayînde divê pergala cerdevantiyê, bendav û HES'an bên rakirin û wiha got: "Divê zimanê kurdî bi destûra bingehîn bê parastin, nasnameya kurd bê naskirin û di serî de girtiyên nexweş divê hemû girtiyên azadiyê serbest bên berdan." Gunay di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku di 1'ê Îlonê de li Parka Beşyol Dabbagoglu werin cem hev û daxwazên xwe yên aştî û çareseriyê biqîrin.